18:59 25 Hezîran 2018
Istvan Simicsko

Macaristan: Bê pêşmergeyan DAIŞ xelas nabe

© Foto : Fb
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê herêma Kurdistanê, pêşwaziya wezîrê parastinê yê Macaristanê Istvan Simicsko û heyeta li gel wî kir. Wezîrê Macaristanê got, bê pêşmergeyan ne pêkan e ku DAIŞ xelas bibe.

Hewlêr — Nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên alîkariya pêşmergeyan, rizgarkirina Mûsilê û şerê li dijî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Istvan Simicsko diyar kir ku welatê wî endamekî çalak yê hêzên Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê ye û teqez kir ku bê pêşmergeyan ne pêkan e ku DAIŞ bê têkbirin.

Ji aliyekî din ve, wezîrê Macaristanê teqez kir ku piştgiriya wan ji pêşmergeyan re dê berdewam bike ew ê pêşmergeyan birîndar jî her derman bikin.

Bi heman mijarî:

Şêxê ereb ê Zanîngeha El Ezherê:'Pêşmerge şehîd in'
Kabusa terorîstên DAIŞê ‘Jinên Pêşmerge'
Hêzên pêşmerge li Mûsilê 10 kîlometro pêşve çûn
Amerîka du lîwayên Pêşmerge perwerde dike û dişîne Kerkûkê
Li Mexmûrê di navbera pêşmerge û DAIŞê şer dijwar dibe!
Pêşmerge ji çar aliyan ve rastî êrişên DAIŞê hat
Etîketan:
alîkarî, şer, Têkbirin, DAIŞ, Pêşmerge, Mesûd Barzanî, Istvan Simicsko, Macaristan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de