22:30 27 Gulan 2018
tevgera goranê û rêvebiriya xweser ya demokratîk

Rêvebiriya Xweser a Demokratîk serdana Serokê Goranê kir

© Foto: hawarnet
Kurdistan
Lînkê kurt
1 0 0

Li bajarê Silêmaniyê hevdîtinek di navbera Tevgera Goranê û şandek ji rêveberiya Xweser ya Demokratîk çêbû. Serokê Goranê Newşîrewan Mistefa di dema hevdîtinê de piştgiriya xwe ji bo sîstema federal ya Rojava nişan da.

Silêmanî — Şandek Rêvebiriya Xweser a Demokratîk ya li Başûrê Kurdistanê serdana Serokê Tevgera Goranê Newşîrewan Mistefa kir. Serokê Goranê serdana şandê li mala xwe qebûl kir ku di nava şandê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê Şêrzad Adil Yezîdî û endamê Komîteya Têkiliyên Rêvbiriya Xweser Dr. Cawîdan Hesen cî digirtin.

Newşîrwan Mistefa di hevdîtinê de piştevaniya xwe ji bo sîstema federaliyê anî ziman ku li Rojava hatiye ragihandin. Di hevdîtinê de herweha nerazîbûn ji ber girtina deriyê Sêmalka hate nişandan û ji ber polîtîkayên wê, PDKê hate rexnekirin.

Bi heman mijarî:

Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa vegeriya Herêma Kurdistanê
Yekîtî û Goran li hev dicivin
Ofîsa Xweseriya Demokratîk a Rojavayê dê li Berlînê bê vekirin
Til Ebyad bi Kantona Kobaniyê ve hate girêdan û ‘xweseriya demokratîk' hate ragihandin
Etîketan:
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Goranê, PDK, Herêma Kurdistanê, Şêrzad Adil Yezîdî, Newşîrwan Mistefa, Silêmanî, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de