22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Xurmatû, mizgefta Wehab

    Li Xurmatûyê dîsa şer derket: 3 mirî 2 jî birîndar

    © Panoramio
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1301

    Hate ragihandin ku milîsên Şîe îşev cardin li navçeya Xurmatûyê dest bi êrişên xwe kirine Di encamê de efserek û 2 polîs kuştin, 2 polîsên din jî birîndar kirin.

    Xurmatû — Li gorî ajansa Rûdaw ê milîsên Şîe yên Heşda Şeibî yê êrişî navçeya Xurmatûyê kirine û di navbera wan û polêsan de şer derketiye.

    Hate diyarkirin ku milîsên Şîe li nêzîkî Nexweşxaneya Komarî ya Xurmatûyê êrişî otomobîleke polêsan kirine û di encama êrişê de serpêlek û 2 polês hatine kuştin. Herwiha di encama êrişê de 2 polêsên din jî birîndar bûne.

    Hate zanîn ku kesên kuştî û birîndar girêdayê Hikûmeta Iraqê ne.

    Bi heman mijarî:

    Encama şerê Xurmatû heta niha: 40 milîsên şie hatin kuştin û 67 jî birîndar bûn
    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, birîndar, kuştî, êriş, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de