11:07 23 Tebax 2017
Zindî
    Dr. Mihemed Salih Cuma

    Şêwirmendê Barzanî:'Ji bo ku NATOyê piştgirî da, me biryara referandumê stand'

    © Foto: Gulan Media
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3501

    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Dr. Mihemed Salih Cuma ragihand ku ji bo dewletên endamê NATOyê piştgirî dan me li Kurdistanê biryara referandumê stand.

    Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Dr. Mihemed Salih Cuma ragihand ku ji bo dewletên endamê NATOyê piştgirî dan me li Kurdistanê biryara referandumê stand. Cuma, hemû dewletên endamê NATOyê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin, her wiha zû dereng dê Tirkiye jî hebûna dewleta kurdî qebûl bike.

    Îsraîl û Rûsya jî piştgiriyê didin

    Mihemed Salih Cuma di berdewamiya axaftina xwe de got:'Îsraîl û Rûsya jî alîgirê avabûna dewleta kurdî ne. Piraniya dewletên endamê NATOyê bi hemû îmkanên xwe piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Rêvebiriya Herêma Kurdistanê tu gaveke ku civaka navneteweyî piştgiriyê neke navîne.'

    Berjewendiyên Tirkiye û Kurdistanê hevpar in

    Cuma di dirêjiya axaftina xwe de got:'Ji bo ku avabûna dewleta kurdî û berjewendiyên Tirkiyeyê hevpar in, Tirkiye jî dê avabûna dewleta kurdî qebûl bike û bi wan re têkeve nava têkiliyan.'

    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de got:'Dewleta Amerîkayê di vê pêvajoyê li keleka hemû daxwazên gelê kurd cih girt, lewma Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara referandumê stand.'

    Bi heman mijarî:

    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    Serokomarê Iraqê: 'Wekî her gelî serxwebûn mafê kurdan e jî; lêbelê projeyeke wan tuneye'
    Parlamenterê rûsî: ‘Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e'
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Etîketan:
    Ragihandina serxwebûna Kurdistanê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Mesûd Barzanî, Dr. Mihemed Salih Cuma, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de