14:42 23 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî li ser rûdanên Xurmatuyê peyamek weşand

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şer û pevçûnên di navbera pêşmerge û Heşdî Şebî de çend rojên ku li bajaroka Xurmatûyê diqewimin de peyamek weşand.

    Hewlêr — Barzanî di peyama xwe de serxweşî li malbatên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar re jî başbûnê xwest. Herwiha Barzanî ji pêşmerge jî xwest ku gelê herêmê ji destdirêjiyan biparêzin.

    Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

    Rûdanên çend rojên derbasbûyî yê bajaroka Xurmatû ku bûye sedema pevçûn û nearamiya li vê bajarokê, cihê dilgiraniya me ye. Gelek eşkereye ku hinek kes û aliyên berê jî çavkaniya girêj û fîtneyê bûne, niha jî bi navên nû, destê wan bi anîna kêşe û fîtnegêriyê da heye û dixwazin şer û dûberekî li nav xelkê nîştecihê navçeyê û pêkhatan de bidin destpêkirin bikin.

    Gelek bi mixabinî li encama van rûdanan de hejmarek hemwelatî û Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, serxweşiyê li malbatê şehîdan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Daxwazê ji berpirsên Herêma Kurdistanê û Fermandeyên Pêşmerge dikim ku li gel aqilmendên nav Heşd, ewên ku dijî fîtneyê ne bikevin nava diyalog û guftûgoyê, ji bo rê li wan kesan bigrin ku dixwazin agirê şer û fîtneyê pê bixin û bexteweriya xelk û pêkhatên navçeyê têkbidin.

    Pêwîste hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xelkê navçeyê biparêzin û rê jî li hemû destdirêjiyeke li ser mal û mulkê hemwelatiyan û nîştecihên Xurmatû bigrin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
    Pêşmerge ji bo pêşî li DAIŞê bigrin dîwaran lê dikin!
    Etîketan:
    gel, guftûgo, herêm, pêşmerge, peyam, pevçûn, şer, destdirêjî, diyalog, Heşda Şeibî, serxweşî, parastin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de