02:08 24 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge ji bo pêşî li DAIŞê bigrin dîwaran lê dikin!

    © Foto: kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Kerkûkê ji bo rê li ber êrişên DAIŞê bigrin berbestên betonî danîne û bergiriyên ewlehiyê zêdetir dikin.

    Kerkûk — Li gorî nûçeya Rûdawê li Kerkûkê piştî kolandina xendeqan, bi berbestan jî sînorê Herêma Kurdistanê tê parastin û heya niha 20 kilometre berbest hatiye çêkirin.
    Fermandarê Pêşmergeyan yê bi navê Omer Salih diyar kir ku, rêxistina DAIŞê hêj ji bo Kerkûkê gef û talûkeyeke mezin e lewma jî ew bergiriyên ewlehiyê roj bi roj zêdetir dikin.

    Fermandarê Odeya Operasyonên Başûrê Kerkûkê Westa Resul jî da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge ji bo pêşî li hemberî êrişên xwekuj bigrin, xeta duyem a parastinê çêkirine. Westa Resûl li ser berdestên beton wiha got: ‘Armanca berbestên beton parastina bajêr û pêşîgirtina êrişan e. Erebên nijadperst dibêjin pêşmerge bi van berdestan sînorên kurdistanê diyar dikin. Lê ew gotin ne rast in.'

    Hêjayê gotinê ye ku  Hêzên Pêşmerge ji Hezîrana sala 2015an û vir ve, hezar û 50 kilometre sînorê Herêma Kurdistanê ji terorîstên DAIŞê diparêzin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'
    Balûken: Agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî HDPê û CHPê bike
    DAIŞ:'Me pîlotê sûriyeyî dîl girt'
    ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
    DAIŞ salane 200 milyon dolar bi dest dixe
    Etîketan:
    êriş, kerkuk, pêşmergeyên kurdistanê, daiş, xwekuj, pêşmerge, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de