18:31 20 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Hêza taybet a komandoyên kurd 8 pêşmerge ji destê Heşdî Şebî rizgar kirin

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Di şer û pevçûnên Xurmatû de 8 pêşmergeyên ku ji aliyê Heşdî Şebî ve hatibûn dorpêçkirin, ji aliyê hêzeke komandoyên pêşmerge ve hatin rizgarkirin.

    Xurmatû — Piştî ku agirbesta ku duhî di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şebî de li navçeya Xurmatû hat şikandin, şer û pevçûnan li çend taxên bajarê Xurmatûyê dest pê kir.

    Piştî avêtina hawinan ji aliyê Heşdî Şebî ve Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û di navbera her du aliyan de şer derket.

    Çavkaniyê herêmê ragihandin ku demek berî niha 8 pêşmerge li nêzîkî Ofîsa Komela Îslamiya Kurdistanê li Xurmatuyê ji aliyê Heşdî Şebî ve hatibûn dorpêçkirin, ji aliyê hêzeke taybet a komandoyên pêşmerge ve hatin rizgarkirin.

    Fermandeyê Hêza Pêşmerge emîd Sîrwan ragihand: "Ji aliyê Qeymîqamtiyê û Berpirsê Hêza Reş a Pêşmerge Kak Akam ve, fermana bi me hat kirin, ku bi hawara pêşmergeyên dorpêçkirî ve biçin û me jî erkê xwe pêk anî."

    Derbarê şer û şikesta agirbesta di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şebî de, Qeymeqamê Xurmatû Şelal Ebdul ragihand: "Agirbesta ku roja yekşemî 24ê Nîsanê hat îmzakirin, tenê 20 heya 22 saetan berdewam bû. Lê belê Heşda Şeibî li çend cihan binpêkirina agirbestê dest pê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir
    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Heşdî Şabî, Şelal Ebdul, Kak Akam, Emîd Sîrwan, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de