12:58 22 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmergeyê xwebexş, al daxist û bangî Barzanî kir

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Pêşmergeyê xwebexş ê bi navê Asî Kevalî li Xûrmtayê hemû alên aîdî milîsên rêxistina Heşdî Şebî daxistin û bangî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

    Xûrmatu — Pêşmergeyê xwebexş ê bi navê Asî Kevalî li Xûrmtayê hemû alên aîdî milîsên rêxistina Heşdî Şebî daxistin û bangî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Kevalî, ez pir bi hêrs im li hemberî Heşdî Şabî, hetanî vir bes e, êdî divê em wan bidin sekinandin. Min ji bo vê hemû alên wan ên navçeyê daxistin.

    Ez amade me ji bo axa xwe her tiştî feda bikim

    Pêşmergeyê 50 salî ku di heman deme de xwebexş e di berdewamiya axaftina xwe de got:'Ez ji tolhildana milîsên şie jî natirsim û tiştê ji destê wan were bila bikin. Ez li vir im. Tenê birayekî min hebû, ew jî li Celewlayê di şerê tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de şehîd ket. Hetanî bimrim ez ê di xizmeta welatê xwe de bim, ez amade me ji bo axa xwe her tiştî feda bikim.'

    Pêşmerge Kevalî di dirêjiya axaftina axaftina xwe de bangî Serokê Herêma Kurdistanê kir û got:'Tenê Serok Barzanî dikare pirsgirêka vir çareser bike. Divê Serok têkeve dewrê û vê pirsgirêka Xûrmatû çarser bike.'

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge dê beşdarî Maratona Stenbolê bibe!
    Amerîka ji bo pêşmerge 415 milyon dolaran dişîne
    Kurdên li Ewropayê bang li Pêşmerge û YPGê kirin: "Bibin yek"
    Pêşmerge li Kerkûkê dê bi balafirên bêmirov DAIŞiyan bişopînin
    Fermandara Pêşmerge: ‘Em xaka pîroz ji terorîstên DAIŞê paqij dikin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Milîsên Heşdî Şebî, Pêşmergeyê xwebexş, Asî Kevalî, Xûrmatu, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de