13:07 24 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê

    Serokê Komarparêz:'Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin'

    © Flickr/ Jan Seftî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê têkiliyên derve yên Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Nexşîbendî derbarê serdana Amerîkayê de ragihand ku Serokê Partiya Komarparêz ji me re got:'Mafê kurdan heye ku dewleta xwe ragihînin.'

    Artêşa Amerîkayê
    © Flickr / Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Hewlêr - Merîwan Nexşîbendî derbarê serdana xwe ya Amerîkayê ji ajansa BasNewsê re nirxand û ragihand ku li ser vexwendina dewleta Amerîkayê em ji Herêma Kurdistanê gelek nûnerên ol, grûb, mezheb û nîjadî çûn. Di serdanê de Serokê baskê Komarparêz ê

    Kongreya Amerîkayê ji me re got:'Kurdistan li Iraqê di gelek waran de bi ser ket, ev bi salane em li wir û em bi ser neketin û lewma her roj li Iraqê şerê nîjadî û mezhebi dibe. Amerîka li Iraqê di pêkvejiyana ol û nîjadî de bi ser neket. Lewra ev pirsgirêk û dubendiyên navbera wan her diçe kurtir û aloztir dibe.'

    Hevdîtina Barzanî-Ashton Carter
    © REUTERS / Azad Lashkari
    Nexşîbendî di berdewam,ya axaftina xwe de got:'Serokê Komarparêz di mijara dewletbûna kurdan de gelekî êrênî bû ji me re got, mafê kurdan heye ku dewleta xwe ava bikin. Lewra heke kurd bibin xwedî dewlet, hemû ol, mezheb û grûbên cûbicûr dikarin bi hev re di nava aramiyê de bijîn.'

    Nûnerê Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê di dirêjiya axaftina xwe de behsa hevdîtina bi şêwirmendê Barak Obama re jî kir û got:'Şêwirmendên Obama derheqê Herêma Kurdistanê de xwediyê gelek agahiyên berfireh in û ji bo berdewamiya alîkariya Kurdistanê soz dan.'

    Bi heman mijarî:

    WSJ:'Amerîka 250 leşkerên taybet dişine Rojava'
    Amerîka: Fişara Tirkiyeyê li ser medyayê zêde dibe
    Amerîka 8 helîkopter û leşkeran dişîne Kurdistanê
    Amerîka: ‘Tirkiya nahêle ku çapamenî bi eweyekê azad karê xwe bike'
    Amerîka ji bo pêşmerge 415 milyon dolaran dişîne
    Etîketan:
    Serokê Grûba Komarparêz a Amerîkayê, Berpirsê têkiliyên derve yên Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê, Merîwan Nexşîbendî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de