07:31 21 Tebax 2017
Zindî
    Şerê Qamişlo

    Li Qamişloyê agirbest hate ragihandin

    © Foto: Fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Rêveberiya Asayîşa Rojava, destnîşan kir ku wan li ser hewldanên rusipiyên herêmê, li Qamişlo agirbest ragihandine, lê eger ku hewldanek provokasyonê yan jî binpêkirina agirbestê çêbibe, ew ê bersivek tund bidin.

    Qamişlo — Rêveberiya Hêzên Asayîşa Rojava derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku wan ji îro ango 22ê Nîsanê seat 15.30an ve agirbest îlan kirine.

    Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:

    Li ser hewldana hêzên rejîmê ya derxistina tevlîheviyê, destwerdana karûbarên hundirîn ên gelê herêmê, girtina ciwanan bi darê zorê û birina wan a leşkeriyê, biçek kirina sivîlan û sorkirina wan li hemberî hevûdin, bajarê Qamişlo ji 19ê Nîsanê ve rewşa pevçûnê dijî. Di serî de dewriyek hêzên me hedef hat girt û di encamê de 3 endamên me hatin kuştin. Ji aliyê din hin ciwanên herêmê jî hatin girtin.

    Me jî weke hêzên Asayîşa Rojava diviyabû erka xwe ya parastina ewlehî û aramiya gel û herêmê bi cîh bînin û mudaxele bikin û di encama mudaxeleyê de şer û pevçûn li herêmê derketin.

    Dîsa di encama van pevçûnan de 3 şervanên YPGê, 7 endamên Asayîşê û 17 sivîl jî ji ber topbarana rejîmê ya li hemberî taxên sivîlan, jiyana xwe ji dest dan.

    Ji aliyê din bi piştgiriya hêzên YPGê hêzên me 31 endamên hêzên rejîmê kuştin, 102 kesên din jî dîl girtin û hemû girtiyên di girtîgeha rejîmê de jî berdan.

    Piştî şer û pevçûnên dijwar û li ser hewldanên rûsipî û serokeşîrên herêmê û banga wan a seknandina şer, em jî ji raya gîştî re radigihînin ku me ji îro ango 22ê Nîsanê seat di 15.30an de agirbest îlan kiriye.

    Lê belê eger me hewldanek bikaranîna xelet a vê agirbstê û provaksiyonê ferq kir em ê bersiva tûnd bidin û ew ê bersiva me jî ji bersiva yekemîn girantir be.

    Bi heman mijarî:

    Roket avêtin Kilîsê: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
    DAIŞê fotografê leşkerê Tirk yê destê wan de ye belav kir
    Dîsa roket avêtin Kilîsê
    Li Bexdayê êrişî mizgefta şieyan kirin: 9 mirî 25 jî birîndar
    Etîketan:
    hêzên rejimê, sivîl, birîndar, mirî, şervan, YPG, şer, ragihandin, agirbest, Aşayîşa Qamişlo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de