18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    Keça 12 salî bi heba xewê ji destê DAIŞê reviya

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    121 0 0

    Li Mûsilê keça êzidî ya 12 salî bi heba xewê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê reviya.

    Mûsil - Li Mûsilê keça êzidî ya 12 salî bi heba xewê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê reviya. Keça ezidî bi xwe re meta xwe ya 17 salî jî ji destê DAIŞê rizgar kir.

    Parlamentera Iraqê ya kurd viyan Dexîl di daxuyaniya xwe de ragihand ku du keçên êzidî heba xewê avêtin çaya milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê û reviyan û bi awayekî ewle xwe rizgar kirin.

    Keçika êzidî ku bi meta xwe re ji destê rêxistina terorîst reviyan bi dayîk û xwuşkên xwe re hat cem hev. Lê hê jî du xwuşkên wê di destê rêxistina terorîst de ne.

    DAIŞê 250 jin îdam kirin

    Li gorî nûçeyêke din ku ji Iraqê hat da nişandan ku herkes wekî van zarokan ne bi sûd in. Her wiha li gorî daxuyaniya nûnerê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî ragihand, heta niha rêxistina terorîst a DAIŞê 250 jinên ku koletiya seksî qebûl nekirine ji terefê rêxistine ve hatine kuştin. li gorî agahiên Memozînî piraniya wan li pêşberî malbatên wan hatine kuştin.'

    Bi heman mijarî:

    Terorîstekî ereb dibêje min li Kobanî sere 16 keçên kurd jêkir
    Mafyaya Tirkiyayê bazirganiya keçên 11-12 salî dike
    ANDY-AR: 'Tirk naxwazin ku bi keçên kurd re bizewicin'
    Li Amedê cînayet: Dayikê keçên xwe, bavî jî jina xwe kuşt
    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Etîketan:
    PDK, Keçên Ezidî, DAIŞ, Parlamentoya Iraqê, Seîd Memozînî, Viyan Dexîl, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de