14:46 23 Tebax 2017
Zindî
    Penaber

    600 niştecihên Mûsilê teslîmî asayîşa Kurdistanê bûn

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Zêdetirî 600 welatiyên sivîl ji bajarê Mûsilê ji bin desthilata rêxistina terorîst a DAIŞê reviyan û li çeperên şer ên li Eniya Mexmûrê teslîmî Hêzên Pêşmerge bûn.

    Mexmûr — Revîna xelkê ji deverên bin desthilata DAIŞê berdewam e û ber bi zêdebûnê ve diçe. Duhî zêdetirî 600 welatiyên sivîl ji bajarê Mûsilê yê di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de reviyan û xwe gihandin deverên Kurdistanê û teslîmî Hêzên Pêşmerge yên li Eniya Mexmûr bûn.

    Kesên ku karîne xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin û bigihin cihên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ragihandin ku li nav bajarê Mûsilê tu jiyan tuneye û di bin guvaşa zêde ya çekdarên DAIŞê de bûne.

    Her wiha wan kesan dan xuyakirin ku ew li Mûsilê bê kar mabûn û zarokên wan birçî diman û bindest bûn.

    Di nav kesên ku reviyane de piranî jin û zarok hene. Biryare piştî hewandina wan kesan bi awayeke demî, ew welatiyên ereb li kampa Dîbege li Hewlêrê bên bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    MÛSIL - Balafirên şer bankeyên DAIŞê bombebaran kirin
    Etîketan:
    Penaberên Mûsilê, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Mexmûr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de