20:05 21 Sibat 2018
Zindî
    Nasradîn S. Mistefa

    Wezîrê Kurdistanê: ‘Referandum mafê kurdan ê xwezayî ye'

    © Foto: Arşîv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Wezîrê Herêmên Kurdî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nasradîn S. Mistefa ragihand ku referandum mafê kurdan yê xwezayî ye ûtu nîyeta me ku em dev ji vî mafî berdin jî tuneye.

    Hewlêr - Wezîrê Herêmên Kurdî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nasradîn S. Mistefa, derbarê madeya 140î, operasyona Mûsilê û bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê bersiva pirsên nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan.

    Li cihanê miletê herî mezin ku bêdewlet mane kurd in

    Nasradîn S. Mistefa di bersiva pirsa referandumê de got:'Ya rastî referandum mafê kurdan ê xwezayî ye, tu niyeta me tuneye ku em dev ji referandumê berdin û em ê vî mafî bi dest bixin. Kurd miletekî herî mezine li cihane ku bêdewlet e. Li gorî makezagona Iraqê jî ev mafekî xwezayî ye.'

    Hikumeta Bexdayê ji bo mijara 140î çareser neke pirsgirêkên cûda derdixîne

    Wezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de beha nakokiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got:' Pirsgirêkên me bi hikumeta Iraqê re ne tenê mijara madeya 140î ye û gelek nakokî di navbera me de hene. Hikumeta Bexdayê ji sala 2004an ve budceya Herêma Kurdistanê dibire û şantajan dike. Divê hê di sala 2007an de mijara herêmên nîqaşkirî bihata çareserkirin, lê Bexdayê her çû pirsgirêkên cûda derxistin û mijara madeya 140î bi paş xist. Heyder Ebadî jî ji bo madeya 140î soz da lê piştî ku bû serokwezîr soza xwe ji bîr kir.'

    Kurdan tucarî dijminahî bi cîranê xwe re nekirine

    Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de têkiliyên partiyên Kurdistanê yên bi dewletên cîran re nirxand û got:'Dil dixwaze hemû partiyên Kurdistanê bi cîranê xwe re di nava têkiliyên xweş de bin. Kurdan tucarî dijminahî bi tu gelan re nekiriye, wekî mînak digel ku çend caran şer di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de derketiye jî kurdan tucarî dijminahiya gele ereb nekiriye.'

    Serxwebûna Herêma Kurdistanê ji bo perçeyên din wê bibe ronahî

    Nasradîn S. Mistefa di bersivdayîna pirsa operasyona Mûsilê de got:'Bêguman rizgarkirina Mûsilê ji bo me girîng e, lewra ku neye rizgarkirin wê tim ji bo herêmê tehdîd be. Hêzên Pêşmerge li çeperên şer tim di nava amadehiyan de ne. Li deşta Mûsilê çend gund û bajarokên kurdan hene û ji bo ewlehiya wan divê bajarê Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê were rizgarkirin. Her wiha serxwebûna Herêma Kurdistanê ji bo perçeyên din wê bibe ronahî.'

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand
    Sputnik Kurdistan 1emîn salvegera xwe pîroz dike
    Îsraîlê ji Amerîkayê re got, "Kurdistan xeta me ya sor e”
    Serokwezîrê Iraqê: ‘Bila Kurdistan referandûmê neke’
    Serxwebûna Kurdistan di rojeva Rûsyayê de ye
    Etîketan:
    Referanduma Kurdistanê, Hikumeta Iraqê, Wezîrê Herêmên Kurdî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, Nasradîn S. Mistefa, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de