08:09 18 Kanûn 2017
Zindî
    Helepçe

    Enfala çaremîn: ‘Germiyan'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Çekên kîmyewî ku di Enfala yekemin û duyemîn de hatin bikaranîn hêviyên pêşmergeyan şikandi bû. Ev hêvî şikandina pêşmergeyan û derûniya xaza kîmyevî pêşmergeyan di Enfala seyemîn de berxwedanek nedan nişandan. Rejima Baasê komkujiya Germiyanê bi rihetî pêk anî.

    VEHBI GUNGOR

    Li ser vê yekê rejima Baasê di 7 û 20ê Nîsanê de êrişên xwe yên li ser Germiyanê de tenê carek çeken kimyewî bikar anîn.

    Di raporek ku di 13ê Nîsanê de hate amadekirin de wiha dihat gotin: ‘Gundên kurdan li nexşereyê de hemû hatibûn xêzkirin û gundên ku konvoya leşkerî derbas bibûn hemû hatinbûn wêrankirin.'

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Gundiyekî bi nave Sabah Necmeddin ku ji bajaroka Rizgariyê ye vî demê wiha ragihand hihûmet heta vî çaxî nehatibû gundê me. Balafiran gundê me şewitandin, gundê me gelek dur bû ji ber vê cara ewil ku hatin li cihek dur sekinîn. Lê dema ku artêşa Iraqê hat gundî rewiyan. Gundê me biçûk bû ez bawerim ku heta vî çaxî di nexşereyê de jî cih nedigirt.

    Salih Rustem Namik ê ku ji gundê Gilakovayê ya Germiyanê ye van deman wiha bilêv dike. Roja 18ê Nîsanê 1988an bû wî şevî ez bi ajalan re hatim gundê Milasûrayê dema ez hatim gund hemû mal hatibûn xirabkirin û herder dişewitiya. Mîna min çend kes jî hebûn li wê derê. Em 7 roj û 7 şev bê non û av li vir man. Piştre pismamên min ji gundê Şerazorê hatin û me ji vir birin.

    Bi heman mijarî:

    Enfala seyemîn êşa bê derman "Helepçe"
    Enfala duyemîn Şanexşê
    Enfal a yekemîn Sergelî û Bergelî
    HELEPÇE - 'Miriyên ne şuştî ango êşa bê derman'
    Etîketan:
    mal û milk, wêrankirin, xaza kimyewî, enfal, gund, şewitandin, çek, kurd, Salih Rustem Namik, Sabah Necmeddin, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de