22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Rêxistina terorîst dîsa bi çekên kîmyewî êriş kir

    © AFP 2017/ Marwan Ibrahim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina terorîst a DAIŞê duhî êvarî li eniya Gwêr û Mexmurê dîsa bi çekên kîmyayî êrişî Hêzêm Pêşmerge kir.

    Mexmûr — Berpirsê eniya Gwêr û Mexmûrê Sîrwam Barzanî ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê duhî êvarî bi 12 hawanên kîmyeyî êrişî Hêzên Pêşmergeyan kir.

    Fermandarê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî di axaftina xwe de got: "Êriş li nêzîkî gundê Ebû Şît pêk hat ku nêzîkî 6 pêşmergeyan birîndar bûn."

    Ji aliyê din ve rêxistina terorîst di 14ê Nîsanê de jî bi çekên kîmyewî êrişî Eniya Mexmûrê kiribû û di encama êrişâ kîmyewî 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn.

    Her wiha OPCWê tespît kiribû ku DAIŞê di Cotmeha 2015an de li Sûriyeyê xaza xerdalê bikar aniye. Rêxistina terorîst di sala 2015an de jî li nêzîkî Bendava Mûsilê, li nahiya Tilskofê, li Eniya Gwêr û Mexmûrê gelek caran bi çekên kîmyayî bikar aniye.

    Piştî êrişên DAIŞê, çermê çendek pêşmergeyan şewitî bûn ku li ser vê mesaleyê tîmek tenduristiyê ji Fransa û Amerîkayê hatibûn û dest bi lêkolînê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê tankeke Tirkiyeyê rûxand!
    Roketên DAIŞê dîsa li Kilîsê ketin!
    DAIŞê ji bo çalakiyê çar kes şandiye Tirkiyê û Elmanyayê
    DAIŞê kurdek bi dar ve kir
    Kûçikên DAIŞê tehdîd kir, “dawiya we hat”
    Etîketan:
    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Sîrwan Barzanî, Mexmûr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de