21:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Amerîka û Ewropa serxwebûna Kurdistanê dixwazin

    © Foto: Osman Muhamadamen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11310

    Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku Amerîka û Ewropa ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

    Hewler — Barzanî bi televîzyona Al Jazeera re hevpeyvînek pêk anî ku tê de behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kir.

    Barzanî li ser pirsa "Amerîka û welatên Ewropayê serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînin?"
    got: "Ew, rewşa Kurdan û rastiyê baş dizanin. Dibe di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de xwedîramanên cuda heibin lê ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîn e."

    Mesûd Barzanî li ser pirsa "Di derbarê serxwebûnê de Helwesta tirkiyeyê çi ye?" got, "Heta niha me li ser vê mijarê bi Tirkiyeyê re neaxifîne. Lê eger bixwaz em dikarin ji wan re eşkere bikin."

    Barzanî li ser referandomê axifî û got, "Me du encamên neserkeftî bi Iraqê re tecrube kir. Makezagon çênebû. Ji ber wê yekê divê referandom were pêk anîn."

    Herwiha Barzanî teqez kir ku pêkneanîna referandomê ne ji ber qeyrana navxweyî ye û got, "Referandom û serxwebûn ji hemû pirsgirêkan girîngtir e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî:'Hê jî hinek kes li Bexdayê dixwazin Enfalan pêk bînin'
    'Serokên dinyayê li bendî Barzanî ne'
    Barzanî û Biden operasyona Mûsilê nirxandin
    Barzanî û Davutoglu civiyan
    Barzanî sibe diçe Bexdayê
    Etîketan:
    Ewropa, serxwebûn, Amerika, Mesûd Barzanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de