12:31 25 Îlon 2017
Zindî
    Helepçe

    Enfal a yekemîn Sergelî û Bergelî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7001

    Enfal peyva ku di hêşê kurdan de wek komkujî cih digire tê wateya xenîmetê û operasyonên rejima Sademê xwînrij ku di Sibata sala 1988an dest pê kir û li 6 herêmên kurdan ji 8 operasyonên komkujiyê pêk tên. Di Enfalê de bi sed hezaran kurd hatin qetlkirin û li dora 5 hezar jî gundên kurdan ji binî ve hatin xerabkirin.

    VEHBİ GUNGOR

    Enfal a yekemîn di 23ê Sibata sala 1988an sere sibê dest pê dike. Leşkerên rejima xwînrij bi tîreja tavê re li dijî pêşmergeyên YNKê ku li dora 25 — 30 gundan bicih bibûn operasyon dan destpêkirin.

    Di meha Adarê de ku parastina pêşmergeyan hate şikandin leşkeran bu dozeran ketin gundan kevir li ser kevir nehiştin û di vê operasyonê de li gorî çavkaniyên YNKê li dora 250 ango 300 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Piştî leşker ku ketin gundên kurdan, gel xwe sipartin çiyê. Li ser pêşveçûna leşkeran gel teslîmê artêşa xwînrij bûn ango bi aliye Îranê ve rewiyan. Kesên ku bi aliye Îranê ve rewiyan ji birçîbûnê an jî ji serman jiyana xwe ji dest dan.

    Pêşmergeyên YNKê ku ji dorpêça Sergeliyê xilas bûn li gundê Şanexşiyê baregehek parastinê ava kirin. Lê mixabin di 22 Adarê de biçekên kimyewî hatin qetlkirin.

    Gel wekê garanê bi aliyê Îranê ve direviyan

    Kesekî ku ji komkujiya Sergeliyê xilas bû wê deme wiha biliv dike. Me mal û milken xwe tev hişt û em reviyan. Xof û tirsa artêşa xwînrij ketibû dilê gel û wekê garanê bi aliye Îranê ve direviyan ji aliyek din ve xwe ji balafiran diweşartin. Di vî rêwitiyê de 6 kesan ji serman 30 kesan jî ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Min baregehekê evqas mezin nedîti bû

    Pêşmergeyekî ku ji vê komkujiyê xilas bû wiha di got: ‘Baregeha leşkeriya Iraqê wisa mezin bû wek sînorê di navbera Kurdistan û Iraqê xuya dikir.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand
    Rûsya:'Tirkiye dengê gelê xwe difetisîne'
    Îran: Em xwe ji şerê li dijî Amerîkayê re amade dikin
    TIB:'Astengkirina Spûtnîkê demkî ye, biryara dawî dê dadgeh bide'
    Etîketan:
    artêşa xwînrij, çekên kimyewî, pêşmerge, kurd, komkujî, Sergelî, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de