04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    KURDISTAN - Kurdan serxwebûna xwe ragihand

    © Flickr/ Jan Seftî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13201

    Herêma Kurdistanê bi domaina KRD di cîhana aşopî de serxwebûna xwe ragihand.

    Hewler — Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî Hîwa Efendî diyar dike ku kes, şîrket û dezgeh dikarin bi kar bînin û wiha got:" Em dixwazinhim di cîhana aşopî de û him jî di ya rasteqîn de li welatekî serbixwe bijîn".

    Herwiha Hîwa Efendî eşkere kir ku gava wan serî li Desteya Diyarkirina Nav û Hejmarên Înternetê (ICANN) da, wan texmîn dikir ku Tirkiye li dijî wê derkeve lê Îranê li dijî wê derket.

    Ji aliyekî din ve, Efendî diyar dike ku wan dixwest wek hemû endamên Neteweyên Yekbûyî domaineke ji du tîpan pêk tê, bistînin lê mercên pêwîst tine ne û wiha dewam dike: "Gava Kurdistan serxwebûna xwe bi dest xîne, em ê ji bo wê jî kar bikin".

    Derbarê berteka Îranê de jî, ya dawî wiha gotibû: "Eger domaineke wiha bidin Kurdistanê, dibe ku hinek kurdên radîkal dest bi tevgerinan bikin û hewl bidin erdê ji Tirkiye û Îranê bistînin".

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Dê, bav û keçek şewitîn
    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    KURDISTAN - Teqîn: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    KURDISTAN - Bori hat kunkirin, şandina petrolê hat sekinandin
    KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
    Etîketan:
    kurd, Îran, endamên Neteweyên Yekbûyî, Ragihandina serxwebûna Kurdistanê, Hîwa Efendî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de