13:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî:'Hê jî hinek kes li Bexdayê dixwazin Enfalan pêk bînin'

    © Foto: EVRO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê salvegera Qirkirina Enfalê de peyamek belav kir û ragihand ku hê jî hinek kes li Bexdayê dixwazin Enfalan pêk bînin.

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi derbarê salvegera Qirkirana Enfalê de peyamek belav kir û got: ‘Mixabanin hê jî li Bexdayê kesên xwedîramana Enfal pêk anîne hene ku ji destê wan were ew ê heman tawanê dîsa bikin.'

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Serok Barzanî di wexta merasîma binaxkirina şehîdên Enfalê de rahiştibû tabûtê ku ew yek bibîr anî û got: ‘Ez nizanim navê şehîd çi bû. Jin bû, mêr bû; ciwan bû an pîr bû min nizanîbû. Encax min tenê ev dizanîbû ku ew şehîdekî bêguneh û mezlûm bû. Bi tenê tewanê wî ew bû ku kurd e.'

    Serokê Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: ‘Wê gavê, min hest kir ku nêzîktîrên merivê wî ez im. Eger mêr e birayê min, eger jin e jî xwişka min û eger ciwan e kurê min, keça min e. îro em dibînin ku Kurdistan bi xwîna wan hatiye rizgarkirin. Piştî van hemû qurbaniyan divê Kurdistan azad bimîne. Gava dê û bavê şehîdan xwe li min werdida û digotin 'em hest dikin ku îro şehîdên me zindî dibin.' ji bo min rûmeta herî mezin bû. Li vê cîhanê ji wê mezintirîn an pîroztir nîşane heye…'

    Bi heman mijarî:

    'Serokên dinyayê li bendî Barzanî ne'
    Bahçelî ji Davutoglu re: Piştgiriya Barzanî neke, serokwezîrî dê ji destê te biçe
    Barzanî û Biden operasyona Mûsilê nirxandin
    Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir
    Barzanî sibe diçe Bexdayê
    Etîketan:
    Salvegera Şehîdên Enfalê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de