21:55 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Hevgitina PDK û YNKê serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Polîtburoyê û Berpirsiyarê Buroya Silêmaniyê yê YNKê Letîf Şêx Omer bal kişand ser giringiya hevgirtina PDK û YNKê û ev hevgirtinê wek misogeriya serxwebûna Kurdistanê nirxand.

    Navenda nûçeyan —Endamê Polîtburoyê û Berpirsiyarê Buroya Silêmaniyê yê YNKê Letîf Şêx Omer ji ajansa Basnewsê re axivî û li ser hevgirtina PDK û YNKê nirxandinên girîng kirin. Omer hevditîna her du partiyan wekî hevgirtineke stratejik bi nav kir û got: ‘Hevgirtina stratejîk ya di navbera PDK û YNKê ji bo îstîqrara ewlehî û siyasî ya Kurdistanê mekanîzmayeke parastinê ye. Hevgirtina van herdu partiyan ji bo partiyên din yên Kurdistanê bingeha yekitiyê ava dike. Ji bo li Kudistanê aramî pêk bê, divê ev herdu partî tecrubeyên xwe bi kar bînin.'

    Letîf Şêx Omer diyar kir ku ji gelek hêla ji bo hevgirtina PDK û  YNKê pêşniyarî tênû wiha pê de çû: ‘Gelek partiyên siyasî dixwazin ku em hevdu bigrin û bibin yek. Lewra di mijara desthilatdariya wî welatî de em xwedî tecrube ne. Dibe ku em hevgirtineke siyasî bikin lê ji ber hin bûyeran di navbera me hinek sarbûn heye.'

    Bi heman mijarî:

    '658 gund di bin kontrola PKKê de ne û PDK jî aciz e"
    Di encama civînê de PDK û YNK li hevkirin ! 5 made
    PDK: ‘Hikûmeta Îraqê dê têk biçe'
    Pêşmergeyên PDK-Îyê vedigerin Kurdistana Îranê
    PDK: Federalî heqê Kurdên Rojavayê ye
    PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
    Etîketan:
    yekitiya kurdan, yekitiya partiyan, herêma kurdistanê, ynk, pdk, Letîf Şêx Omer, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de