23:32 24 Hezîran 2018
Mesrûr  Barzanî

Ji bo Serxwebûna Kurdistanê Modela Çek û Slovakyayê

© Foto : BasNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo cudabûna ji Iraqê û serxwebûna Kurdistanê, pêwîste ezmûnên ew Komara Çekê û Slovakya li berçavan bigrin.

Hewlêr — Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi cîgîrê wezîrê navxwe yê Komara Çekê Jerry Novacek û konsola giştî ya Komara Çekê Eva Dardakova ya Hewlêrê re civiya. Piştî ku civîn qediya daxuyaniyek derbarê civînê de hate belav kirin. Li gor vê belavokê di hevdîtinê de pêşketinên Herêma Kurdistan û Iraqê û her weha şerê li hember DAIŞê hatiye rojevê.

Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de li ser mijara serxwebûna Kurdistanê sekiniye û diyar kiriye ku ji bo veqetandinê divê ew tecrûbeyên Çek û Slovakyayê li berçavan bigirin.

Alîgirê wezîrê navxwe yê Komara Çekê Jerry Novacek jî ew ê ji bo wî tiştî bixebitin ku di zûtirîn demê de pêdiviyên pêşmergeyan peyda bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Mesrûr Barzanî; Iraq perçe dibe
Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin
Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
Mesrûr Barzanî: ‘Iraq dewleteke bê bingehe'
Etîketan:
wezîrê navxwe yê Komara Çekê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Eva Dardakova, Jerry Novacek, Mesrûr Barzanî, kurdistan, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de