07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Helepçe

    Komkujiya Enfalê beşa yekem

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22

    Enfal peyva ku di hêşê kurdan de wek komkujî cih digire tê wateya xenîmetê û operasyonên rejima Sademê xwînrij ku di Sibata sala 1988an dest pê kir û li 6 herêmên kurdan ji 8 operasyonên komkujiyê pêk tên. Di Enfalê de bi sed hezaran kurd hatin qetlkirin û li dora 5 hezar jî gundên kurdan ji binî ve hatin xerabkirin.

    VEHBİ GUNGOR

    Komkujiyekî wiha ku bi peyva Enfalê hatiye bi nav kirin gelek watedare. Enfal navê ayetekî ku di Kur'ana pîroz de derbas dibe ye û sûreya ku tê de tê gotin di şer de mal û milkên muşrîkan di navbera xwe de parve bikin. Lê kurd misilman bûn ji bo wê yeke rêjima xwînrij û Saddam komkujiya hovane ku bêguneh bidin nişandan qilfa dînê bikar anîn û navên wan operasyonên hovane danîn Enfal.

    Enfal Saddam û dewleta Iraqê li dijî hêzên Pêşmerge ku herêmek bi ewle ava bikin û Kurdistanê tune bikin di 1987an de dest bi amadekariyê kirin. Em gotina Elî Kimyewî bilêv bikin ku dijminiyek çawa li dijî kurdan dihat meşandin. 'Pirsgireka kurdan bi qirkirina kurdan, cih û ware wan ji holê bê rakirin tê çareserkirin. Li Ser vê yekê di Sibata sala 1988an de operasyona qirkirina kurdan dan destpêkirin û heta Îlona 1988an jî dewam kir.

    Miriyên neşûştî

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Operasyonên ku li dora 8 mehan dewam kirin de kurdan di ciwandin baregehên leşkerî û kurdên ku tope wan baregehan kirin wan bi çekên kîmyewî, bi guleyan anjî di çalên ku hatin kulandin de zindî zindî hatin binaxkirin.

    Serpêlekî artêşa Iraqê wiha di got: ‘Min di emre xwe de tiştek wiha nedîti bû ji bo tu operasyonê evqas leşker beşdar nebibûn herder leşker bûn. Artêşa Iraqê hemû leşkerên xwe sewqî herêmên kurdan kiribû, ji bejahiyê ve tank ji hewan ve balafir û helikopteran şev û roj bombe dibarandin ser gundê kurdan.'

    Wî serpêlê ragihand ku Fermandarê Artêşa Iraqê wiha li wan ferman dikir: ‘Ez li deşta Elbîlê malek jî avakirî bibinim ezê hesabê ji we bipirsim û gefan li me dixwar.'

    Li herêmên ku hatibûn qedexekirin ji bo jiyanê hemû tişt hatin tunekirin. Karên çandinî û ajaldariyê jî hatibûn qedexekirin. Kurdên li wan deveran debara xwe bi riyên qaçaxiyê temin dikirin.

    Gundê kurdan bi dozeran ji holê rakirin

    Komkujî ewil li geliyê Balîsanê destpêkir. Li wê herêmê 703 gund hatin tarûmarkirin

    Li Erbîlê 219 gund

    Li başûrê rojhilatê Kerkûkê û Germiyanê 122 gund

    Li Silêmaniyeyê 320 gund

    Hemû gundên li Herêma Behdînanê jî hatin wêrankirin.

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Heremên ku operasyon bên lidarxistin berî ji aliyê leşkeran ve dihat dorpêçkirin û ji çûn û hatinê re dihat qedexekirin. Piştrejî ji hewan ve dihat bombebarankirin lê bi wan yekan jî dile wan rihet nedibû û bi xazên kîmyewî dibarandin ser kurd. Paşî jî bi dozeran diketin gundan û bajaran tarumar dikirin.

    Fermana kurdan carek hatibû dayîn li servê yekê hemû mal û warên kurdan dihat talankirin. Leşkeran bi ewayekê hovîtî êrişî gundên kurdan dikirin û wan di kuştin. Kurdên ku ji ber zilmê direwiyan û xwe dispartiyan çiyê. Kurdên ku ji ber neçariya xwe demek şûnde ji çiyê vedigeriyan teslîmên leşkerên xwînrij dibûn. Herwiha kesên ku teslîm bûne hêj jî tu kes nizane ku çi hatine serê wan.

    Bi heman mijarî:

    Dewlet Gundê Geverê vala dike! Kurd bang dikin: "Komkujî heye me xilas bikin"
    Komkujî: Bi dehan welatiyên kurd hatin qetilkirin
    Kongreya Amerîkayî: ‘Tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî komkujî ne'
    Komkujî: Li gundê tirkmenan bi dehan kes hatin qetilkirin!
    Li Selahadînê êrişa komkujî: 8 kuştî û 11 birîndar
    Etîketan:
    kurd, qetlîam, kuştin, gund, enfal, çekên kimyewî, heremên kurdan, komkujî, Behdînan, Elbîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de