22:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Talebanî

    Talebanî: Tirkiye daxwaze YNKê li dijî kurdan aliyê wê bigire

    © Foto: FB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Talebanî diyar kir, Tirkiyeyê ji YNKê xwestiye ku, li dijî gelê kurd li Tirkiyeyê aliyê dewleta Tirkiyeyê bigire.

    Navenda Nûçeyan — Seroka Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiyeyê bi nameyekê ji YNKê xwestiye ku li gel Tirkiyeyê cih bigire û wiha tîne ziman; "Tirkiyeyê nameyek ji rêveberiya YNKê re şandiye. Ji YNKê xwestiye ku piştgiriya Kurdên birayên xwe yên Bakurê Kurdistanê nekin. Herwiha dixwaze ku em li dijî biyarên xweyên Bakur aliyê Tirkiyeyê bigirin.

    Talebanî daxwaza xwe pêşkêşî alîgir û rêveberiya YNKê kir û wiha got; "Daxwazê ji rêveberiya YNKê û dilsozên wê dikim ku nekevin bin zext û daxwazên dewleta Tirkiyeyê û daxwazên wan bi tundî red bikin. Ji ber ku stratejiya YNKê ji piştevanî û piştgirîkirina gelê kurd li her cihekê be, pêk tê."

    Talebanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha destnîşan dike; "Pêwîst e gelek cidî em piştgiriya wan çalakiyên kurdan bikin, bi taybetî çalakiyên PKKê yên li bakur dike".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Talebanî: ‘Tirkiye li bajarên kurdan jenosîdê dike'
    Barzanî peyama sersaxî ji Talebanî re şand
    BILEZ - Kekê mam Celal Talebanî wefat kir
    Celal Talebanî: ‘Ez ne iraqî me'
    Talebanî bernameya reformê şîrove kir: ‘Divê daxuyaniyên fermî şefaf bin’
    Talebanî: 'DAIŞ ne tenê encameke ewlehiyê ye, derencameke siyasî ye jî'
    Etîketan:
    kurd, Tirkiye, PKK, YNK, Ala Talebanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de