02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Mistefa Şefîq

    Şêwirmendê Barzanî: ‘Rûsya ji bo Kurdistanê gelekî girîng e'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Siyasetnas û şêwirmendê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mistefa Şefîq ragihand ku Rûsya ji dema Yekîtiya Sovyetê bi kurdan re di nava têkiliyên xweş de ye.

    Hewlêr — Siyasetnas û şêwirmendê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mistefa Şefîq di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de behsaê pêwêndiyên navbera Kurdistan û Rûsyayê kir û ragihand ku Rûsya ji dema Yekîtiya Sovyetê bi kurdan re di nava têkiliyên xweş de ye. Em tekoşîna Rûsyayê ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê gelekî girîng dibînin.

    Di navbera Rûsya û kurdan de dostaniyeke baş heye

    Mistefa Şefîq di axaftina xwe de got:'Rûsya ji dema Yekîtiya Sovyetê bi kurdan re di nava têkiliyên xweş de ye. Gelek nivîskar û şaire rûsî li ser çand û hûnera kurdî lêkolîn kirin û pirtuk çapkirin. Îro jî pêwêndiyên germ û xweş hene, lewra konsulxaneya Rûsyayê li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê ye. Her wiha gelek karsazên rûsî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Ji bo me jî Rûsya dewleteke gelekî girîng e.'

    Tekoşîna Rûsyayê bi DAIŞê re cihê şanaziyê ye

    Şefîq di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo hemû cihan û însaniyetê tehdîd e. Her kî li dijî vê rêxistinê şer bike ji bo me girîng e. Em hêvî dikin ku Rûsya di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de roleke mezin bilîze, lewra di vê mijarê de hinek hêviyên me hene.'

    Hatina penaberan bandor li ekonomiya me kir

    Siyasetnas Mistefa Şefîq di dirêjiya axaftina xwe de got: 'Gelek sedemên krîza aborî ya Herêma Kurdistanê heye, hikumeta navendî ya Bexdayê budçeya ji sedî 17 ya Kurdistanê naşîne û ev jî bû sedema krîzek aborî. Her wiha ev du sal in em bi DAIŞê re şerekî dikin, lêçûnên leşkerî yên şerê DAIŞê jî bandor li ekonomiye kir. Wekî din ji Sûriyeyê milyonek û 500 hezar koçber hatin Herêma Kurdistanê û vê jî barekî giran li ekonomiyê kir.'

    Têkiliyên me bi Tirkiyeyê re jî baş in

    Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de got: ‘Niha têkiliyên navbera HerÊma Kurdistanê û Tirkiyeyê baş in. Hevkariya me ya siyasî û ekonomîkî berdewam e. Ji bo kurd û Kurdistanê Tirkiye welatekî girîng e.'

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan di meha adarê de 557 milyon dolar ji petrolê bi dest xistin
    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    KURDISTAN - Teqîn: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    KURDISTAN - Bori hat kunkirin, şandina petrolê hat sekinandin
    KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
    Etîketan:
    Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê, Hikumeta Rûsyayê, Yekîtiya Sovyetê, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Mistefa Şefîq, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de