10:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Emîn Batmanî

    Pêşmergeyê xwebexş: ‘Ez dev ji xaka xwe ya pîroz bernadim'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6111

    Emîn Batmanî hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, lê li Herêma Kurdistanê di nava refên Pêşmêrge de bi awayê xwebexşî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dike.

    Dihok - Emîn Batmanî hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, lê li Herêma Kurdistanê di nava refên Pêşmêrge de bi awayê xwebexşî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dike. Batmanî, rewşa hêzên xwebexş û herêmê ji nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.
    Di sînorên Herêma Kurdistanê de, gelek welatiyên amerîkî, almanî, brîtanî û îranî di nava refên Pêşmerge de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dikin. Yek ji van jî kurdekî Tirkiyeyê ku li ser nifusa bajarê Batmanê û bavê 4 zarokan Emîn Batmanî ye.

    Hetanî neyê paqijkirin li vir im

    Pêşmergeyê xwebexş Emîn Batmanî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku ez kurd im û li ser nifusa bajarê Batamanê yê Tirkiyeyê me. 4 Zarokên min hene. Berî şerê bi DAIŞê re min kare bazirganiyê dikir. Piştî ku rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî xaka

    pîroz Kurdistanê kir, min xwe negirt û hatim tev li refên pêşmergeyên xwebexş bûm. Ev du salin liv ir im, hetanî Kurdistan ji rêxistina terorîst neye paqijkirin ez ji vir venaqetim û dev ji xaka xwe ya pîroz bernadim.

    Me êrişên DAIŞê têk birin

    Emîn Batmanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Em bi rêxistina terorîst re tim di nava şer de ne û me êrişên wan têk birin û niha em êrişî wan dikin. Hetanî terorîstên DAIŞê ji ser rûyê erdê neyên paqijkirin ne ewlehiya Kurdistan û ne jî ya însaniyetê dê tunebe.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge li Kerkûkê dê bi balafirên bêmirov DAIŞiyan bişopînin
    Fermandara Pêşmerge: ‘Em xaka pîroz ji terorîstên DAIŞê paqij dikin'
    Wezareta pêşmerge derbarê pêşmergeyê ku DAIŞê ew ser jê kir daxuyanî da
    Fermandera jin ya pêşmerge: 'DAIŞ ditirse bi me re şer bike'
    Pêşmerge bi topan êrişî DAIŞê kir: 8 kuştî
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge yên Xwebexş, DAIŞ, Emîn Batmanî, Dihok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de