01:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Eva Derdakova û Nêçîrvan Barzanî

    Komara Çekî di piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam e

    © Foto: HHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Konsula Giştî ya Konsolxaneya Komara Çekî ya li Hewlêrê Eva Derdakova û heyeta pê re kir.

    Hewlêr — Barzanî bi minasebeta destbikarbûna Eva Derdakova pîrozbahî li wê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û jê re got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar amadene piştgiriya kar û xebatên wê û konsolxaneya Çekî li Hewlêrê bikin.

    Her wiha Di civînê de, Derdakova tekîd kir ku welatê wê dê li ser piştgirî û alîkarîkirina Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de wê berdewam be.

    Derdakova behsa pirojeyên li Herêma Kurdistanê bicih bikin kir got: Ew ê ji bo sponsorkirina kampa Aştî ya ji bo koçber û penaberan li Silêmaniyê, dirustkirina avahiya dêrekê bo mesîhîyên Alquşê, vekirina kursên pêwîst bo bijîşkên Kurdistanê li paytexta Çekî, çareserkirina pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên taybet yên arteşa Çekî û avakirina wan deverên ji bin destê DAIŞê tên rizgar kirin, bibin alîkar.

    Ji aliyê din ve cihê gotinê ye ku di şerê li dijî DAIŞê de beriya hemû welatan Komara Çekî ji bo Hêzên Pêşmerge çek şandibûn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê nûnertiya xwe li Komara Çekî vekir
    Komara Qerebaxê Tirkiyeyê tawanbar dike
    Komara Çek: Dayina mîlyonan Euro yên ji bo tirkan, îsraf e!
    Komara Çek cardin alîkariya leşkerî dişîne Kurdistanê
    Komara Çek: ‘Ji bo pêşmerge çekan dişîne'
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Serokatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Konsula Komara Çekî, Nêçîrvan Barzanî, Eva Derdakova, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de