08:41 23 Çile 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî ji bo Rojavayê piştevaniya xwe nîşan da

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ji bo gelê Sûriyê û Rojavayê nîşan da.

    Hewler — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedîn a Hewlêrê pêşwaziya Serokê Desteya Bilind a Dijberay Sûriyê Riya Hecab kir.

    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û herwiha guftûgo û danûstandinên Cenêvê ya li ser çareserkirina kirîza Sûriyê hat nirandin.

    Her li vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî hêviya wê yekê xwest ku danûstandinên Cenêvê bi xêr û li berjewendiya xelkê Sûriyê de bigihe encameke.

    Herwiha Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibê sedema dawî anîna bi êşên gelê Sûriye û Rojavayê nîşan da.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê dest bi pêngavên siyasî kir
    Barzanî: ‘Ez bi pêşmergeyên jin ên leheng şanaz im'
    Tu girîngiya avakirina hikumeta Ebadî li cem Barzanî nemaye
    ROJAVA - Ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan, bang li Barzanî û PKK hat kirin
    Etîketan:
    Serokê Desteya Bilind a Dijberay Sûriyê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, kirîz, sedem, Riya Hecab, Mesud Barzanî, Sûriya, Rojava, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de