04:41 23 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Di encama civînê de PDK û YNK li hevkirin ! 5 made

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de li ser 5 madeyan lihev kirin.

    Hewler — Civîna du alî ya navbera PDK û YNKê derbarê aloziyên vê dawiyê li herema Kurdistanê û Iraqê de îro li Hewlêrê dest pê kiribû, bidawî hat û piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn.

    Hat ragihandin derbarê guhertinên kabineya hikûmeta Iraqê de YNK û PDKê li ser 5 madeyan lihev kirin.

    Li gorî daxuyaniya herdu aliyan li ser van madeyan lihev kirin.

    1-Pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal Iraqê de kûrtir bûne. Ji ber vê yekê tenê bi van guhertinan pirsgirêk nayên çareserkirin.

    2-Pêwîst e bê diyarkirin şirîkitiya gelê Kurdistanê bi Iraqa federal ve maye an na? Li gor herdû partiyan şirîkitiya gelê kurd hatiye binpêkirin.

    3-Çi guhertinên li dezgehên Iraqê tê kirin divê pişka Kurdan bê parastin û mafê îdariya siyasî ya Kurdistanê heye ku derbarê vê yekê nûnerên xwe diyar bikin.

    4-Herdû partî amaje dikin ku divê pişka tevahiya aliyên Kurd bê parastin.

    5-Herdû alî dizanin girîng e ku şandeke bilind bo gotûbêjkirina pirsgirêkan biçe Bexdayê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    KURDISTAN - Teqîn: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    KURDISTAN - Bori hat kunkirin, şandina petrolê hat sekinandin
    KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
    KURDISTAN - 16 hezar mayin hatin pûçkirin
    Etîketan:
    kurd, YNK, PDK, hewler, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de