09:15 22 Gulan 2018
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    FLAŞ ÎDIA - Tirkiye 200 hezar erebên Sûriyê li Amedê bicih dike

    © Sputnik / O.F Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat, îdia kir ku, dewleta tirk 200 hezar erebên Sûriyê li Amedê bicih dike.

    Amed — Hikûmeta Tirkiyeyê biryara îstimlakkirina hin deverên Sûra Amedê da û ev jî bû sedema nîqaş û gengeşeyan. Hikûmet dibêje armanca vê îstimlakkirinê ji veavakirina Sûrê ye. CHP dibêje ev biryar ne biryareke qanûnî ye. HDP jî dibêje hikûmet dê ereban sunî li deverên îstimlakkirî bi cih bike.

    Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê 18 taxên navçeya Sûr û 2 taxên navçeya Yenîşehîr ên girêdayî Amedê biryar da ku dest deyne ser erd û milkên xelkê yên li wan taxan. Wek tê zanîn ew tax û dever ji ber şer û pevçûn li wan çêbûne û xerab bûne.

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu ev biryara hikûmetê got ku ew deverên ku hikûmetê dest danîne ser wan, dê ji nû ve bên avakirin.

    Lê belê Partiya Gel a Komarî (CHP) dibêje ev biryara Hikûmetê, ne qanûnî ye.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li dijî biryara hikûmetê ya derbarê destdanîna ser milk û erdên navçeyên Sûr û Yenîşehîrê derdikeve.

    Li gorî HDPê hin planên nepenî yên hikûmetê hene. Li gorî HDPê dê hikûmet li van deveran penaberên Ereb bi cî bike.

    Parlamenterê HDPê Dengîr Firat dibêje: "Li gel biryara mîratên çandî ya UNESCOyê hema hema tevahiya Sûrê hate îstimlakkirin. Li gorî zanyariyên gihiştin me dê derdorê 200 hezar Erebên Sunî yên selefî dê bibin welatiyên Tirkiyeyê bên û bi qasî ku me bihîstiye jî ew dê li herêmên ku hatin îstimlakkirin bên bicîkirin."

    Baroya Amedê jî li dijî biryara hikûmetê derdikeve û ji bo ku biryara îstimlakkirinê bê betalkirin serî li dadgehên peywendîdar da.

    Bi heman mijarî:

    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    SÛR / NİSEBÎN - 2 hêzên tirk hatin kuştin 2 birîndar!
    SÛR - Şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin
    Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
    Etîketan:
    ereb, kurd, CHP, AKP, HDP, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de