Navenda Nûçeyan — Siyasetmedarê kurd ê Dr. Mehmûd Osman di hesabê xwe yê Facebookê yê fermî de nivîsî û got ku divê partiyên kurdan bi yekdengî tevbigerin.
Mehmûd Osman di 5 xalan de pêdiviyên serxwebûnê radigihîne û dibêje û giringiya yekitîyê diyar dike: "Divê partiyên siyasî yekdeng bin û bi hev re bixebitin ji ber mijar neteweyî ye, yek partî bi tenê nikare di vî barî de rabe."Osman derbarê parlementoyê de jî dibêje "divê parlemento were çalakkirin ta ku bikare qanûnan bi lezgînî qanûnên pêwîst derxîne".
Herwiha teqez dike ku divê pêdiviya komisyonên hilbijartinê giş bên dabînkirin û wiha dewam dike: "Divê Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re guftogoyan bike û herêmên Kurdistanê yên li derveyî sînorên Kurdistanê jî neyên jibîrkirin".
Di dawiyê de dr. Mehmûd Osman dibêje: "Bila şandeyeke payebilind a Kurdistanê biçe dewletên cîran, Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Amerîka, dewletên Ewropayî û dewletên têkilîdar ta ku piştgirî were bidestxistin û herwiha ku ew ji NYyî bixwazin ku çavdêran bişînin ji bo ku referandumê kontrol bikin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)