17:13 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: ‘Ez bi pêşmergeyên jin ên leheng şanaz im'

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di merasima derçûna pêşmergeyên jin de ya li Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê, diyar kir ku navê Pêşmerge bûye cihê serbilindiya kurdan û cihan bi şanazî behsa kur û keçên Pêşmerge dike.

    Zaxo — Îro li bajarê Zaxo, komek pêşmergeyên jin perwerdeya xwe ya li Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê xilas kir. Derçûna wan pêşmergeyên jin, bi merasimek fermî û bi beşdariya Mesûd Barzanî hate kirin.

    Barzanî di wê merasimê de pêşmergeyên jin pîroz  kirin û got: Hêviya min bi we gelekî heye ku hûn dê valahiyek mezin tijî bikin û li kêleka birayên xwe lehengiyan tomar bikin. Herwiha hûn ê dersa xebat û berxwedanê nîşanî hemû cihanê bidin.

    Serok Barzanî sipasiya mamosta û rayedarên Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê jî kir û ragihand ku we gelek xizmeta Kurdistanê kiriye. Ez hêviya serkeftina ji we re dixwazim.

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê jî axivî û da zanîn ku bajarê Zaxo hêlîna şoreş û şoreşgeran e, hêjayî her xizmetekê ye. Dema me biryar da vê akademiya leşkerî ava bikin, me Zaxo hilbijart. Ev jî biryarek di cih de bû.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê tirk: ‘Em ji ber PYDê xwe ji Amerîkayê naxeyidînin'
    Guardin: ‘Gerok ji ber pirsgirêka ewlehiyê naçin Tirkiyeyê'
    Li bajarê kurdan operasyonên siyasî: 7 kes hatin binçavkirin!
    Li Daxistanê di nava 24 saetan de êrişa duyemîn
    Silêmanî ji Ebadî xwest ku hêza Mexmûrê vekişîne Bexdayê
    Etîketan:
    xizmet, derçûna pêşmergeyan, merasîm, lehengên kurd, pîroz kirin, Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê, Mesûd Barzanî, Zaxo, Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de