14:51 24 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Fermandara Pêşmerge: ‘Em xaka pîroz ji terorîstên DAIŞê paqij dikin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandara jin a Hêzên Pêşmergê Hesîbe Azad ragihand ku li gorî baweriya terorîstên DAIŞê yên ku bi destê jinan tê kuştin naçin bihiştê, lewma newerin derkevin pêşberî me.

    Dihok — Fermandara jin a Hêzên Pêşmergê Hesîbe Azad di hevpeyvîna xwe ya nûçegihanê Spûtnîk Kurdistanê de ragihand ku li gorî baweriya terorîstên DAIŞê yên ku bi destê jinan tê kuştin naçin bihiştê, lewma milîtanên terorîst newerin derkevin pêşberî me.

    Terorîstên DAIŞê newêrin derkevin pêşberî Pêşmergeyên jin

    Fermandara jin Hesîbe Azad di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Divê jin di şerê dijî DAIŞ û grûbên terorîst de gelekî bi hêz bin. Em xaka kurdan ya pîroz ji terorîstên DAIŞê paqij dikin û tola kuştiyên xwe hiltînin, her wiha em amade ne ji bo rûmet û azadiya gelê xwe şer bikin. Digel kuştiyên xwe jî, em ji şerê li dijî rêxistina terorîst natirsin.'

    Pêşmergeyên jin ê Herêma Kurdistanê
    © Sputnik/
    Pêşmergeyên jin ê Herêma Kurdistanê

    Ji Peşmergeyên jin pir ditirsin

    Hesîbe Azad di dirêjiya axaftina xwe de got:' Ya rastî tam berevajî vê ye, ne em terorîstên DAIŞê ditirsin ku li hemberî pêşmergeyên jin şer bikin. Gelekî ditirsin ku ji terefê jinekê ve werin kuştin, li gorî baweriyan heke ji terefê jinekê ve werin kuştin, naçin bihiştê. Lewma dile wan dilerize dema ku derdikevin pêşberî Pêşmergeyên jin.'

    Bi heman mijarî:

    Wezareta pêşmerge derbarê pêşmergeyê ku DAIŞê ew ser jê kir daxuyanî da
    Fermandera jin ya pêşmerge: 'DAIŞ ditirse bi me re şer bike'
    Pêşmerge bi topan êrişî DAIŞê kir: 8 kuştî
    Barzanî: Pêşmerge beşdarî operasyoneke taybet li Sûriyeyê bûn
    Hîndekarê Pêşmerge: ‘Piştî DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, ez hatim hawara birayên xwe'
    Ji Rûsyayê bo Pêşmerge alîkariya çekan
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Pêşmerge yên Jin, Hesîbe Azad, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de