02:40 26 Nîsan 2018
    Qeza

    Li Hesekê qeza: 6 kes mirin, 6 jî birîndar bûn

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Malbateke ji bajarê Hesekê ku ji şahiya Newrozê vedigeriyan qeza kirin. Di encama qezayê de 6 kesên ku ji heman malbatê bûn, jiyanên xwe ji dest dan.

    Hesekê — Duh saet 17: 00an li ser riya di navbera bajarên Til Temir û Qamişloyê malbata ku ji şahiya Newrozê vedigeriyan li nêzî gundê Kevrayê ya ser Dibêsiyê qeza kirin.

    Di encama qezayê de 6 kesên ku ji heman malbatê bûn jiyanên xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. Kesên ku jiyanên xwe ji dest dan wiha ne: ‘Mihemed Hisên (45), Salîha Hisên (40), Ceylan Hisên (21), Nêçîrvan Hisên (16), Mehmûd Xelîl (3 meh) û Nesrîn Hisên.'

    Kesên ku birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku rewşa kesên birîndar Aya Dawûd ve Îlham Dawûd xedar e.

    Bi heman mijarî:

    Li Spanyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 14 xwendekar mirin
    Hentbolvanên Semsûrê qeza kir: 1 mirî û 12 birîndar
    Li Tirbespiyê teqîn!
    Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 polês kuştî, 3 jî birîndar bûn
    Li Nisêbînê şer: 1 leşker kuştî, 9 jî birîndar
    Etîketan:
    veger, Pîrozbahiya Newroz, birîndar, mirin, heman malbat, Qezaya trafîkê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de