10:18 13 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê xaka xwe berfireh kir - 30 KM

    © Flickr/ Jan Seftî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî êrîşên DAIŞê, herêma Kurdistanê xaka ku kontrol dike, bi qasî 30 hezar kîlometreyî berfireh kir.

    Navenda Nûçeyan — Herêma Kurdistanê piştî bidestxistina erdên nû, gelek dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê li dû xwe hiştin. Wek tê zanîn herêma Kurdistanê berê bi her çar parêzgehên xwe, Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê, 41 hezar kîlometre bû.

    Piştî şerê DAIŞê Herêma Kurdistanê 30 hezar kîlometre bi dest xistin û berfirehiya erda wê bû 71 hezar kîlometre.

    Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, bajarê Kerkûk û navçeyên wê, gelek navçeyên Mûsilê wek Mexmûr, Şingal, Telafer û Telkefê û çend navçeyên wek Zumar, Rabîa, Sinûnê Celawela kontrol kirin.

    Serokê Herêmê Mesûd Barzanî berê ragihandibû ku "ew ê dernekevin ji wan deverên xelas dikin, ji ber ew ji xwe xaka Kurdistanê ne, tenê heta niha ne di bin rêveberiya herêmê de bûn".
    Herwiha Barzanî gotibû: "Piştî rizgarkirina Mûsilê bila bi referandûmê bê diyarkirin bê gelê wê dixwazin tev li Bexdeyê yan li Hewlêrê bibin".

    Li gorî çavkaniyekê ku di sala 2006an de hatibû diyarkirin ku "Berfirehiya rûerdê herêma Kurdistanê 78 hezar kîlometre ye". Piştî şerê DAIŞê û vegerandina hin deveran êdî tenê 7 hezar kîlometre ji erda Kurdistanê li derveyî kontrola Kurdistanê maye.

     

    Bi heman mijarî:

    KURDİSTAN - Teqîn: 2 kuştî û 1 birîndar
    KURDISTAN - Li ser PDKê êriş hat kirin: 5 birîndar...
    KURDISTAN - Ji bo serxwebûnê partiyan piştgirî dan Barzanî
    KURDISTAN - Teqîn: ‘2 mirî 3 birîndar!
    KURDISTAN - Bîlançoya mehekê ya Duhokê: 10 mirî û 94 birîndar
    Etîketan:
    kurd, Ax, Kerkûk, Helebçe, Duhok, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de