09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Seîd Çurukkaya

    Hîndekarê Pêşmerge: ‘Piştî DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, ez hatim hawara birayên xwe'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Seîd Çurukkayayê di nava hêza Pêşmerge de ku di heman demê de hemwelatiyê Almanyayê ye ragihand ku piştî DAIŞê êrişî xaka Kurdistanê kir, ez hatim hawara birayên xwe.

    Hewlêr — Seîd Çurukkayayê di nava hêza Pêşmerge de ku di heman demê de hemwelatiyê Almanyayê ye ji nûçegihanê Sûtnîk Kurdistanê re behsa şerê li dijî DAIŞê û sedema alîkariya xwe ya Pêşmerge kir û ragihand ku piştî DAIŞê êrişî xaka Kurdistanê kir, ez hatim hawara birayên xwe. Ez niha li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dikim û xwebexşan perwerde dikim.

    Em tev li rizgarkirina Şengalê bûm

    Seîd Çurukkaya di axaftina xwe de got:' Ez li Almanyayê dimam û hemwelatiyê wir bûm. Piştî ku DAIŞê êrişê xaka Kurdistanê kir, ez hatim hawara birayên xwe. Piştî demekê min fêhm kir ku di warê perwerdeya şer de gelek kêmasî hene. DAIŞ rêxistineke ku rêbazên xeyrî nîzamî bi kar tîne, lewra divê Pêşmerge li hemberî wê were perwerdekirin û hê şer bike. Herî zêde jî yên xwebexş dixwazin şer bikin, lê mixabin nizanin şer bikin û tektîkên rêxistina DAIŞê nizanin. Min jî dest bi perwerdeya pêşmergeyên xwebexş kir û me di enîyên şer de cih girt, ez tev li rizgarkirina Şengalê jî bûm.'

    Em ê tev li operasyona Mûsilê jî bibin

    Çurukkaya di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Navê hêza me ya xwebexş ‘Hêza Agir e' û hemû kes ji xwebexşanin û ji 200 kesî pêk tê. Di şerî de em wekî hêza pêşeng cih digrin, berpirsyarê hêzê Loqman Şerefxanî ye û ew bi xwe jî xwebexş e. Ev hêza xwebexş tev li gelek şeran bû serkeftinên mezin bi dest xist. Hêzên Pêşmerge yên xwebexş wê di operasyona Mûsil û di hemû êrişan de wê cih bigre.'

    Divê Rûsya piştgiriya Pêşmêrge bike

    Hîndekarê Pêşmergeyê xwebexş Çurukkaya di dirêjiya axaftina xwe got: ‘Pirsgirêka herî mezin di ya şerê dijî DAIŞê de ku çekên giran di destê Pêşmerge de tunene. Ji bo ku DAIŞ bi çekên giran êriş dikir. Divê hemû cihan di tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de piştgiriya Pêşmerge bike û her wiha bi taybetî divê Rûsya jî vê piştgiriyê bike.Wezareta Pêşmerge bi fermî daxwaza çekên giran ji Rûsyayê kir, lê Rûsyayê got, tenê li ser rêya Bexdayê em dikarin çekan bidin we.'

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Pêşmerge alîkariya çekan
    Li dijî Pêşmerge êrişa xwekujî: Yek je fermandar 4 kes birîndar bûn
    ŞENGAL - Pêşmerge terorîstên DAIŞê topbaran dike
    Pêşmerge êrişa DAIŞê ya nêzî Hewlêrê têk bir
    Serokê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge pîroz kirin
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge yên Xwebexş, Dewleta Rûsyayê, Hikumeta Iraqê, Wezareta Pêşmerge, DAIŞ, Seîd Çurukkaya, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de