22:37 18 Hezîran 2018
Ryan Kroger û Mesûd Barzanî

Barzanî li Selahadînê pêşwaziya Encûmena Etlentîk ya Amerîkayê kir

© Foto : KRD
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwaziya Encûmena Etlentîk ya Amerîkayê kir û pêşeroja Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwaziya Encûmena Etlentîk ya Amerîkayê kir û pêşeroja Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şandekê tîma Kar a Encûmena Etlantîk ku ji Balyozê Berê yê Amerîka li Iraqê Ryan Kirogêr û Serokê Komîteya Taybet bi paşeroja Iraqê, Rêvbera Cîbicîkar a Komîteya taybet bi paşeroja Iraqê xatûn Nûseyba Yûnis û hin lêkolînerên din pêhatibû.

Di civînê de bîr û baweriya derbarê rewşa Iraq, Kurdistanê û guhertinên ewlehî û siyasî ku li Iraqê, navçe û Kurdistanê dibin gotûbêj kirin, her wiha ronî dan ser şerê li dijî DAIŞê û metirsiya terorê li ser deverê û hebûna faktorên siyasî ku alîkarin bi hebûna terorê re û guhertina li navçeyê.

Her wiha şanda mêvan di civînê de behsa raporta xwe kirin ku wê amade bikin li ser pêşeroja Iraqê û piştre jî wê raporta xwe bidin îdareya Amerîka ya dahatu.

Bi heman mijarî:

KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike
Senatorên Amerîkayê: ‘Bila Amerîka alikariya pereyan bide Kurdistan'
Serokwezîrê Iraqê: ‘Bila Kurdistan referandûmê neke’
Jiyan li Kurdistan 40 hezar sal berê dest pê kiriye
Etîketan:
Encûmena Etlentîk ya Amerîkayê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Ryan Kroger, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de