06:40 19 Tebax 2017
Zindî
    Koşka Spî (Qesra Spî)

    Amerîka: ‘Piştî 28 salan dîsa çekên kîmyewî li dijî kurdan hat bikaranîn'

    © Flickr/ DVIDSHUB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6910

    Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett McGurk, li Foruma Silêmaniyê ragehand ku piştî 28 salan careka din DAIŞê çekên kîmyewî li dijî kurd bikaranîn.

    Silêmanî — McGurk di axaftina xwe de got: ‘Di salvegera kîmyabarana Helebceyê de ez dixwazim serxweşiya xwe ya hikumeta Emerîkayê bighînim xelkê Kurdistanê û bajarê Helebceyê. Wekî Berhem Salih jî got, piştî 28 salan rêxistina terorîs a DAIŞê çekê kîmyewî li dijî kurdan bi kar anîn, divê em bi hev re bi yek dest û dengî li dijî DAIŞê rawestin.'

    Brett McGurk di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Hêzên Pêşmerge bi hezaran kîlometro ji destên DAIŞê rizgarkirine. Pêşmergeyên qehreman ku niha li çeperan pêş ve diçe sûpas û pêzanîna me heye bo qurbanîyên Pêşmergeyan.

    Nûnerê Serokê Amerîkayê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Dikarim bêjim niha rewş gelek li berjewendîya hêzên dijî DAIŞê ye û dûbare dibêjim Pêşmerge di kontrolkirina bajarê Mûsilê de wê rola xwe bilîze.'

    Bi heman mijarî:

    Senatorên Amerîkayê: ‘Bila Amerîka alikariya pereyan bide Kurdistan'
    Amerîka: Kurdistan bi serbestî dikare petrola xwe bifroşe
    Amerîka derheqê referandûma Kurdistanê de nêrînên xwe eşkere kir
    Talebanî: 'Amerîka hevkareke stratejîk a Herêma Kurdistanê ye'
    Amerîka derbarê Kurdistanê de biryarek girîng da
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Nûnerê Serokê Amerîkayê, Berhem Salih, Brett McGurk, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de