20:13 17 Tebax 2017
Zindî
    Komkujiya Helepçeyê

    HELEPÇE - 'Miriyên ne şuştî ango êşa bê derman'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    110011

    Komkujiya Helebçeyê bûyereke ku di dilê kurdan de êşek bê derman e 16ê Adara 1988an balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyawî barandine ser bajarên kurdan bi taybetî jî Helepçeyê. Di encamê de 5 hezar kes jiyanên xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûn.

    MIRIYÊN NE ŞUŞTÎ

    ÊŞA BÊ DERMAN

    BIRÎNA KU TU CAR BAŞNEBE

    DAYÊ BEHNA SÊVAN TÊ

    16 Adarê bere sibê mirin barandin ser kurdan berî bajarê Helepçeyê dan ber topan lê kesên ku li Helepçeyê dijiyan ji xwe re stargeh çêkiri bûn ûketin stangehên xwe. Li ser vê yekê balafirên şer yên rejima Baasê bombeyên ku bûye sembola komkujiyê jê bêhna sêvan dihat barandin ser Helepçeyê. Bombebarana ser Helepçeyê 2 rojan dewam kir. Di encama bombebaranê de 5 hezar kurd jiyanên xwe ji dest dan, li dora 20 hezar kes jî birîndar bûn. Lê hejmara pêşmergeyên ku di bombebarana kîmyewî de hatin qetlkirin di nav de nîne.

    Sembola komkujiya Helepçeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sembola komkujiya Helepçeyê

    Piştî barandina bombeyên kîmyewî di nava çend saetande bi hezaran kurdan kuşt. Bi hezaran kurd nexweşiya laşe girtin gelek zarok kêm endan ji dayîk bûn. Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û mayîna bi deh hezaran birîndaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr û di hêşê kurdan da dewam dike.

    Li gorî roporên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên kîmyawî li Helebçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêdetir bû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qirik, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî kor bûn. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên ku nû ji dayîk dibin tehdîd dike.

    Kokujiya Helepçeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kokujiya Helepçeyê

    Berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîrokê Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîd ê ku bi navê 'Eliyê Kîmyawî' ten naskirin bûn. Herdu hatin girtin. Sedam di 30 Kanûna 2006an Aliyê Kîmyevî jî 25 Kanûna 2010an ji aliye hikûmeta Iraqê ve hatin darvekirin.

    Nivîskar û Civaknasê navdar Îsmail Beşikçî derbarê komkujiya Helepçeyê daxuyanî da Sputnik Kurdistanê û wiha got: ‘Ez Kurdistanek serbixwe diparêzim. Ji ber ku kurd ji aliyên kesên din ve tên birêvebirin ev jî axa kurdan ji bo mêtîngeran hêsantir dike. Eger hêsaniyek wiha tine bû ya, Sedam Huseyîn bi gazên kîmyewî dikaribûya êrişî kurdan bikira û komkujiyê pêk baniya?

    Beşikçi diyarkir ku dema Sedam Huseyin bi gazên kîmyewî êrişî kurdan kir Konferansa Welatên Îslam li Kuweytê hebû. 53 welatên îslamî encama konferasyonê bi danezanek eşkere kirin. Lê di danezanê de derbarê ku Sedam bi gazên kîmyewî êrişî kurdan kiriye şermezarkirin deynin aliyek îmayek jî tine bû.

    Sembola Komkujiya Helepçeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sembola Komkujiya Helepçeyê

    Mamoste Beşikçi ragihand eger kurd bê xwedî nebiyana Sedam wiha bi rihetî nedikariya gazên kîmyewî li ser kurdan bibaranda û komkujî pêk banîta.

    Derbarê komkujiya Helepçeyê nivîskar û rojnamevan İbrahim Sediyani ji Sputnik Kurdistanê re axivî û wiha got: ‘Roja 16 Adara 1988an hem di dîroka cihanê, hem dîroka Îslamê, hem dîroka Rojhilata Navîn hem jî di dîroka kurdan de rojekê reş û herî xemgîne. Kerbela çi be, komkujiya Çermsoran ya ku li Afrîkayê pêk hat çibe, Hiroşîma, Nagasakî çibe Helepçe jî ewe. Gotina herî ewil ya ku derbarê Halepçeyê de bê gotin ne qetlîame, komkujiye çimkî peyva qetlîamê ji bo wê kêm dimîne.

    Seydî ragihand dema ku komkujî pêk hat hemû cihan bê dend mabûn lê niha hemû kes nalet li vê komkujiyê tîne.

    Nivîskar Remjî Pêşeng jî komkujiyê wiha biliv kir: ‘Xofek ji trajediya mirovahiyê ye. Di jiyana gelê kurd de conga lorînê ye. Bi wê rojê ji bo kurdan eş, elem û xem heştin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Kurd bang kir: ‘Neçin Tirkiyeyê!'
    Li Qamişloyê teqîn û alozî!
    Li Geverê leşkerên tirk êrişî gel kirin: 2 birîndar
    Li Şedadê teqîn: YPG: '5 şervanên me şehîd bûn'
    Li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakî: Kuştî û birîndar hene
    Lî Êlihê 2 jin hatin kuştin!
    Etîketan:
    rejima Baasê, Helepçe, kurd, gaza Sarînê, komkujî, kuştin, Sputnik Kurdistan, İbrahim Sediyanî, Remjî Pêşeng, Sedam Husên, Îsmaîl Beşîkçî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de