14:08 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdistan

    ENKS: ‘Federayon ne perçebûn e'

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Brahîm Biro ragihand ku federasiyon nayê wateya perçekirina Sûriyeyê.

    Hewlêr — Serokê ENKSê Brahîm Biro derheqê îhtimala avakirina sîstemeke federal li Sûriyeyê nirxandinên xwe ji televîzyona Rûdawê re ragihand û got: ‘Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura, Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsyayê û welatên Ewropî jî dibêjin, divê yan li Sûriyê dewletek federal çêbibe yan jî rêveberiyek wisa were danîn ne gengaz be ku desthilat û hêz hemû li navendê werin komkirin.'

    Brahîm Biro diyar kir ku Sûriye li ber perçebûnê ye û di piratîkê de jî perçe bûye lewma civaka navneteweyî ji bo yekitiya Sûriyeyê dixwazin federasiyon ava bibe.

    Serokê ENKSê anî ziman ku ENKS jî di wê baweriyê de ye federalîzm nayê wateya perçekirina Sûriyeyê û got: ‘Heke li Sûriyê federalîzm pêk neyê wê çaxê dê Sûriye perçe bibe û dê rojekê gelên Sûriyê li ser federalîzmê bigrîn.'

    Hêjayê gotinê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bang li kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û ji bo gelê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê doza sîstemeke federal kiribû.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: 'Hêzên Asayişa Hesekeyê û Hêza Cewherî xwepêşandana me asteng kir'
    ENKS alîkariya çekan û tevlêbûna rêvebiriyê erê dike
    DENG - ENKS: 'Di şerê li hemberî DAIŞê de em piştgiriya Rûsyayê dikin'
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    Barzanî ligel nûnerên ENKS’ê civiya
    Etîketan:
    Nûneriya Taybet a NYyê ji bo Sûriyayê, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS), Brahîm Biro, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de