14:33 22 Îlon 2017
Zindî
    Terorîstê DAIŞê

    Dewleta tirk gazên clor û fosforê dide komên terorîst

    © Foto: Via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Terorîstê bi nave Xalid Taha ku ji aliyê hêzên YPGê ve birîndar hate girtin li xwe mikur hat ku dewleta Tirkiyayê ji bo êrişî Şêx Meqsûd bikin gazên clor û fosforê ya kîmyewî dane komên terorîst.

    Heleb — Rêxistinên terorîst ku di bin hîmayeya Tirkiyayê de ne ji duh êvarê de taxa Şex Meqsûd ya bajarê Helebê topbaran dikin. YPG jî bi tûndî bersiva êrişên terorîstan didin. Hêzên YPGê duh terorîstê bi nave Xalid Taha ku endamê koma terorsît Şuhedaa Bedir ku girêdayê Furqeya 16an e birîndar girtibûn. Herwiha kesê ku hate girtin eşkere kir ku êrişan MITê organize dike.

    Terorîstê birîndar ku ji aliyê hêzên #YPGê ve hate girtin. Li xwe mikur hat ku dewleta #tirk çekên #kîmyewî clor û fosfor dida wan.

    Sputnik Kurdistan tarafından gönderildi 11 Mart 2016 Cuma

    Terorîsta ku birîndar hate girtin li xwe mikur hat ku fermandarên komên terorîst ji bo êrişî Şêx Meqsût bikin raste rast ferman ji dewleta tirk distînên.

    Kesê ku ji aliyê hêzên YPGê ve hate girtin diyarkir ku dewleta tirk gazên ku kîmyasal tê de heya wek gazên clor û forforê dide komên terorsît.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Cenevreyeke bêyî kurdan ne gengaz e'
    Rizgarkirina Mûsilê wê dawiyê li DAIŞê bîne
    ŞENGAL - Pêşmerge terorîstên DAIŞê topbaran dike
    Nasnameyên 5 şervanên YPG/ YPJê hatin eşkerekirin
    Li Şêxmeqsûdê bîlançoya îro: 2 qurbanî, 15 birîndar!
    Etîketan:
    pişgiriya Tirkiyayê, topbaran, êriş, Heleb, fosfor, clor, gazên kîmyewî, dewleta tirk, MİT, YPG, Xalid Taha, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de