19:34 24 Hezîran 2018
Petrol

Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike

© Fotolia / Edelweiss
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

Hate ragihandin ku Îranê pêşniyarek li rayedarên Herêma Kurdistanê kiriye ku petrola xwe bi ser Îranê ve bifiroşin bazara Cîhanê.

Silêmaniye — Balyozê Îranê ya li Silêmaniyê Seidullah Mesûdê ji Rûdawê re diyarkiriye ku rayedarên Hikûmeta Îranê pêşniyarek li rayedarên Herêma Kurdistanê kirine ku petrola xwe bi riya Îranê derbasî bazarên cihanê bike û bifiroşin.

Seidullah Mesûdî eşkere kir ku di çend civînan de ji bo Herêma Kurdistan ku petrol xwe bi riya boriya ku di axa Îranê ve derbas bibe û ji vir bifroşe cihanê.

Mesûdî aşkere kir: "Şîrketên mezin ên Îranê şiyana encamdana vê projeyê hene û tenê îradeya bihêz a her du alîyan bo cîbicîkirina vê projeyê re pêwîst e."

Balyozê Îranê yê li Silêmaniyeyê got: "Di hevdîtineke ligel Waliyê Silêmaniyeyê de, ji min re hat gotin ku di demek nêzîk de dest bi çêkirina heta boriya petrolê dê were ragihandin û em jî niha li benda biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne."

Bi heman mijarî:

Newsweek: ‘Dûr an jî nêzîk Kurdistan dê ava bibe’
Amerîka: ‘Heke Îran peymana atomî îxlal bike em ê têkevin hereketê'
PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
Encamên hilbijartinên li Îran û bajarên kurdan diyar dibin
Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
Etîketan:
bazara cihanê, axa Îranê, firotina petrolê, petrol, Balyozê îranê, Seidullah Mesûd, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de