06:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Fermandarê tabûra Firat-Cerablusê: ‘Rizgarkirina Cerablûsê erk û peywira me ye'

    © Foto: ANHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandariyekî Firat-Cerablusê diyarkir ku rizgarkirina bajarê Cerablusê erkeke pêkhateyên Rojava ye û bal kişand ser tevlîbûna şervanên kurd, ereb û turkmenan di nava Tabûrên Firat-Cerablusê de ye.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Kobanî — Fermandarê tabûra Firat-Cerablusê Ebdulsetar El-Cadir, şerê li dijî terorîtên DAIŞê de û hemû komên terorist daxuyanî da Ajansa ANHAyê. El- Cadir ragihand ku rizgarkirina Celabrusê wekê erkekê dibînin û bal kişand ser piştevaniya dewleta Tirkiyayê ya DAIŞê û got: ‘Hevkariya dewleta tirk ya bi terorîstên DAIŞê yên li bajarê Cerablusê eşkere ye. Dewleta tirk ne tenê çek û cebilxaneyan dide terorîstan, birîndarên wan jî li nexweşxaneyên xwe derman dike û bi tevgera leşkerên xwe yên li ser sînor kiryarên terorîstan vedişêre.'

    Ebdulsetar El-Cadir, xetên sor ên Erdogan jî destnîşan kir û got: ‘Xetên sor ên Erdogan ku resim dike ji me re qet ne girîng e. Ew hewl dide ku pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li aliyê rojavayê Çemê Firatê sînordar û asteng bike. Bajarê Cerablusê êdî ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Em di nava refên QSDê de şer dikin, em parçeyek ji gelê Sûriyeyê ne. Mafên hêzên derve tune ye ku destwerdanî karûbarên me yên hundirîn bikin.'

    Fermandarê Tabûrên Firat-Cerablusê, xewna Tirkiyayê ya avakirina herêmeke tampon li Bakûrê Sûriyeyê jî bibîr xist û eşkere kir ev yek wekî hewldaneke dagirkeriyê ku bê armancên xwe yên siyasî bicih bîne, ne ji bo azadiyê gelên herêmê wekî ku îdîa dike, bi nav kir.

    Bi heman mijarî:

    Keştiya koçberan binav bû: '18 kes mirin'
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    YPGê bîlançoya meha Sibatê eşkere kir
    Parlementerê HDPê: "Hin cesed avêtin Çemê Dîjleyê.."
    Hêzên YPG û HSDê li Reqqayê gundekî din rizgar kirin
    Etîketan:
    hezên sûriyeya demokratîk, Cerablûs, rizgarkirin, hevkarî, DAIŞ, ANHA, Ebdulsetar El-Cadir, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de