05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku pilana wan a ku her du kantonan Efrîn û Kobanî bigîninhev heye. Teqezkir dê navbera herdu kantonan bên rizgarkirin û li ser veguhestina tirba şah Silêyman jî got: ‘Ez roja operasyonê ji bo kordînekirina operasyonê li Stenbolê bûm.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser agirbesta li Sûriyayê diyarkir ku xera wê negihiştiye kurda çimkî li ser agirbestê şer li Rojava dijwartir bûye.

    Salih Mislim, Tirkiye bi têkdana agirbestê her wiha gijkirina terorîstên DAIŞê û El Nusra li dijî YPGê û Rojavayê jî eşkere kir ku Tirkiya bi wan yekan xwe rezîl dike.

    Hevserokê PYDê derheqê helwesta PYD/YPGê li hember êrişên Tirkiyê li dijî Rojava de jî got: ‘Helwesta me heta niha çi bûye dê ji vir şûn de jî wisa bibe. Li aliyê din ê sînor mirovên me hene, emê çawa bersiv bidin! Emê topan bavêjin kê! Eger em bersiva topên Tirkiyayê bidin gelê me dê zirarê bibîne.'

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Li ser pirsa gihandina herdû kantonan Kobanî û Efrînê yên Rojavayê jî Salih Mislim ragihand helbet pilaneke me ya wisa jî heye. Em difikirin navbera Efrîn û Kobaniyê jî rizgar bikin.

    Mislim: Ez ji bo wê operasyonê çûbûm Stenbolê!

    Herwiha Salih Mislim ji rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyayê re jî li ser operasyona veguhestina tirba şah Silêyman ku di Sibata 2014ê ji nêzîkî Helebê birin gundê Eşme yê Kobanê de jî axivî û got: ‘Ez roja operasyonê jib o kordînekirina operasyonê li Stenbolê bûm.

    Mislim derheqê daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu de jî, ku gotibû "TUi hevkariyek me bi PYDê re li ser veguhestina tirba şah Silêyman çênebûye" de jî got: ‘Ew înkar dikin lê rastî tiştekî din e. Ez wê demê li Stenbolê bûm û li Enqerê ekîbek hatibû avakirin. Min çi xwet bixwazta him bi Kobanî re him jî bi Enqerê re diaxivîm.'

    Hevserokê PYDê ji bo îsbatkirina gotinên xwe, şêwirmendê Wezîrê Derveyê ya Tirkiyayê Feridun Sinirlioglu jî kir şahidê xwe û da zanîn ew dizane min bi kê re hevdîtinan dikir!

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: ‘Em ê fezlekeyên derbarê Hevserokên HDPê de bişînin parlamentoyê'
    Polêsan li Stenbolê êrişî meşa jinan kir!
    Biryara Tirkiyayê ya ji bo Şirnexê
    Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê û DAIŞê bang li civaka navnetewî kir
    Parlementerê HDPê: "Hin cesed avêtin Çemê Dîjleyê.."
    Etîketan:
    El Nusra, DAIŞ, rizgarkirin, Kobanî, Efrîn, tirba Şah Silêman, veguhestin, agirbest, PYD, rojnameya Hurriyetê, Feridun Sinirlioglu, Salih Mislim, Sûriye, Tirkiya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de