13:06 21 Hezîran 2018
Artêşa Tîrkîye û YPG

YPG: YPGê bang li civaka navdewletî kir: ‘Tirkiyê ceza bike’

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê hêzên YPGê Firat Xelîl ragihand ku, Tirkiye navendên YPGê topbaran dike û bi wê yekê agirbestê jî xera dike. Firat Xelîl herwiha ji civaka navdewletî xwast ku hesab ji Tirkiyê bixwazin.

Efrin — Berdevkê hêzên YPGê yê Kantona Efrînê Firat Xelîl derbarê êriş û topbarana hêzên dewleta tirk li dijî herêmên Efrînê pêk tîne daxuyanî da ajansa ANHAyê

Xelîl, da zanîn ku dewleta tirk ji destpêkê ve dijiminahiyê bi şoreşa Rojava re dike û wiha dewam kir: "Tirkiye berê bi riya terorsîtên DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam, êrişî herêmên Rojava dikir. Piştî ku biryara agirbestê ya li Sûriyê, hêzên dewleta tirk êrîşên xwe yên ku destpêkiribûn, li ser nuqteyên me yên li Kantona Efrînê zêdetir kirin."

Xelîl, eşkere kir ku êrişên dewleta tirk û komên terorîstên bi awayekê hemxwet tên kirin.

‘Dewleta tirk û çapemeniya wê derewan dikin'

Xelîl diyar kir ku çapemeniya Tirkiyayê rastiyê nabêje û derewand dikin û got: "Piştî ku hêzên dewleta tirk gundê Dîkmedaşê topbaran kirin, çapemeniya Tirkiyayê got ku hêzên Tirkiyayê deverên DAIŞê topbaran kirine. Dewleta tirk û çapemeniya wê, bi van derewan dixwaze ku berjewediyên xwe li herêmê pêk bînin."

Xelîl di dawiya axaftina xwe de ragihand em agirbestê pêk tînin û emê hemû biryarên navnetewî pêk bînin. Tirkiya û komên terorîstên wî ev agirbest binpê kirin.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê û DAIŞê bang li civaka navnetewî kir
HPG: ‘Herî kêm 14 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û bi dehan jî birîndar!'
Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
Hêzên YPG û HSDê li Reqqayê gundekî din rizgar kirin
HDP: 'Terorîstên ku li dijî kurdan şer dikin bi hêsanî diçin nava penaberan'
Serokê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge pîroz kirin
Etîketan:
şoreşa Rojava, êrişa dewleta tirk, Rojava, çapemeniya tirk, topbaran, El Nusra, Efrîn, DAIŞ, YPG, Firad Xelîl, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de