18:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge û Şengal

    Serokê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge pîroz kirin

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge pîroz kirin û got, îro destanek hat nivîsandin.

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku Hêzên Pêşmerge îro di şerê li Eniya Şindoxa-Keskê, Eniya Rojavayê Diclê û Eniya Eskî Mûsilê de destanek li hemberî terorîstên DAIŞê nivîsandin.

    Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şer û pevçûnan de peyamek weşand.

    Serokê Kurdistanê di peyama xwe de got: ‘Spas ji bo xwedayê mezin ew êrişa terorîstan ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate şikandin û ziyanekî mezin li dijmin dan û Pêşmerge destanekî kêmwêne li hemberî terorîstan nivîsand.'

    Barzanî bi helkefta vê serkeftinê, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû Pêşmergeyan kir û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran xwest.

    Berdewamiya peyama xwe de Barzanî spasiya hêzên hevpeymanan navdewletî ya li dijî DAIŞê kir ku bi piştevaniya hewayî piştgirî dane Hêzên Pêşmergeyan.

    Barzanî her wiha got: ‘Heta gelê Kurdistanê xwediyê zarok û gedeyên çavnetirs û azayên wekî we be, herdem serşorî û şikestî ji bo dijmin û nehêzan dimîne.'

    Bi heman mijarî:

    Serok Barzanî ligel Konseya Dadweriyê, Desteya Destpakiyê û Dîwana Çavdêriya Darayî civiya
    Barzanî: ‘Ez ê çaksaziyê ji şexsê xwe dest pê bikim’
    Barzanî: ‘Civaka Navnetewî soza alîkariyê bi cih neanîn'
    Barzanî: ‘Pêwîstiya Kurdistanê bi welatên cîran heye'
    Barzanî 4 soz da
    Etîketan:
    Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, DAIŞ, Hêzên Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de