11:48 27 Nîsan 2018
    Leyla Ebdulah Cebar

    Leyla Ebdulah: ‘Bila mijara referandûmê nekeve mezada siyasî’

    © Foto : KDPinfo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya KDPinfoyê çalakvana siyasî Leyla Ebdullah Cebar ragihandiye ku nakokî û qeyranên Kurdistanê demkî ne û dê biqedin; lêbelê ji bo referandûma Kurdistanê divê rewşa niha were bikaranîn û mijar nekeve mezada siyasî.

    Hewlêr — Çalakvana siyasî Leyla Ebdulah Cebar wiha ragihand: ‘Ev hemû krîz û nakokiyên ku îro li Herêma Kurdistanê hene, demkî ne û heta demeke nêzîk dê derbas bibin. Lewma pêwist e em vê rewşa niha bi kar bînin û demildest referandûmê li dar bixînin. Ji ber ku kes dewleta Kurdistanê bi diyarî nade me. Lewma pêdiviya “mala kurdî” bi îradeyeke yekgirtî heye.’

    Leyla Ebdulah Cebar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Gelê Kurdistanê pêngaveke baş daye destpêkirin û Serok Barzanî jî di Kongreya Munîxê de ji tevahiya welatan re got ku mafê gelê Kurdistanê ye bi riya referandûmê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û kes nikare wî mafî ji wan bistîne. Ev daxuyaniya Barzanî ji bo aliyên rêgir peyamek e û divê ji riya Herêma Kurdistanê derkevin ku  xewna gelê Kurdistanê bi cih bîne.’

    Leyla Ebdulah Cebar wiha got: ‘Niha baştirîn dem e ku kurd referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar bixin. Bila tu aliyek vê babetê wekî pest û guvaş bi kar neyîne û nexe mezada siyasî. Ji ber ku ev kar berevajî daxwaza gelê Kurdistanê ye. Pêwist e referendûm nebe keresteyeke nakokiyên nava Kurdistanê û tu alî cesareta pê lîstinê nebîne.’

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê operasyona leşkerî
    Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
    PAK: ‘Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir’
    HINDISTAN - Peykerê Mela Mistefa li kêleka Gandî û Mandela tê danîn
    Rûsyayê dîroka hevdîtinên Cenevreyê eşkere kir
    Merkel şehadet anî û bû misilman
    Etîketan:
    mezada siyasî, berevajî daxwaza gelê Kurdistanê, keresteyê nakokiyên nava Kurdistanê, referandûma serxwebûna Kurdistanê, pest û guvaş, aliyên rêgir, îradeya yekgirtî, parastina mala kurdî, dewleta serbixwe ya Kurdistanê, dewleta Kurdistanê, krîz û nakokî, Leyla Ebdulah Cebar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de