02:01 21 Çile 2018
Zindî
    Meqbera Şêxulîslam Deraşî

    Tirkiyayê êrişên li dijî meqberên kurdan berdewam dike: Şêxulîslam Deraşî ...

    © Sputnik/ via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya ANF û Rûdawê balafirên şer ên Tirkiyayê meqbera şêxulîslamê kurd ya 976 salî û goristana alimên kurd bombaran kirine.

    Amêdî – Rejîma Tirkiyayê ji destpêka damezrandina xwe heta roja îro hertim neyartiya pêşeng û alimên kurd kiriye; lewre piştî qirkirinên Agirî, Zîlan, Dêrsim û Gimgimê serê aliman biriye û meqberên wan hilweşandine, dizîne. Niha meqberên gelek alimên kurd wekî Şêx Seîdê Pîran, Seyda Seîdê Nûrsî, Seyid Riza nayên zanîn bê ka li ku ne.

    Wekî rêzeçalakiyeke vê dijminahiyê balafirên şer ên Tirkiyayê, li gundê Deraş a navçeya Amêdiya Duhokê goristaneke kurdan bombebaran kir ku piraniya meqberan aydî aliman e.

    Balafirên şer ên Tirkiyayê di navbera saetên 21:00 û 23:00an de êrişeke dijminane bir ser meqbera Şêxulîslamê Deraşê û Şêx Eliyê Hekarî. Di encama bombebaranê de meqbera Şêxulîslamê Deraşê bi tevahî hilweşiya; lê tiştek bi meqbera Şêx Eliyê Hekarî nehat. 

    Li gorî agehiyên herêmî, salane gelek kes ji Kurdistan, Îran û Afganistanê tên serdana meqbera Şêxulîslamê Deraşê û qîmete manewî didinê. Piştî bombebaranê gelê Amêdiyê berê xwe da goristana aliman û bi destan kêl û mezel çêkirin; bêexlaqiya li dijî meqberaên aliman şermezar kir.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'
    2 ajokarên kurd hatin revandin
    Hejmara wezaret û rêvebiriyên giştî yên Kurdistanê tê kêmkirin
    Di bombebarana Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê de rojnamevan birîndar bûn
    Konsolê Brîtanyayê dîplomatên Kurdistanê ecibandin
    Guardian: ‘Divê Erdogan bi YPGê re li hev bike'
    Etîketan:
    bêexlaqiya li dijî meqberaên aliman, goristana aliman, hilweşandina meqberan, qirkirinên Agirî, Zîlan, Dêrsim û Gimgimê, neyartiya pêşeng û alimên kurd, şermezarkirin, bombebaran, Seyda Seîdê Nûrsî, Seyid Riza, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Eliyê Hekarî, Şêxulîslamê Deraşê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de