Hewlêr — Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê kêmkirina hejmara wezaret û rêvebiriyên giştî yên Kurdistanê de wiha got: ‘Ji bo kêmkirin û aktîfkirina wezaretan û wergirtina tedbîrên nû divê karên rûtînî yên saziyên hikûmetê werin sivikkirin û bi awayekî cidî kar bê kirin. Lê ji bo kêmkirina wezaretan pêwistî bi qanûnên nû heye û Civata Wezîran biryar û pêşniyarên xwe wekî projeqanûnekê pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê kirine.’
Dizeyî derbarê naveroka “Projeya Çaksaziyê” de wiha got: ‘Ji bo serkeftina “Projeya Çaksaziyê” pêwistî bi çend xalan heye; îradeya siyasî, destpaqijî û çalakiyên wan kesên ku çaksaziyê dimeşînin; herwiha teknolojiya pêşketî jî dikare roleke girîng di serxistina “Projeya Çaksaziyê” de bilîze.’Hêjayî gotinê ye ku “Projeya Çaksaziyê” ya Serokatiya Dîwana Civata Wezîran ji du pirsan pêk tê: Pirsên di warê stratejîk û saziyan de û pirsên di warê rêxistin û ji nû ve avakirina struktura giştî ya Hikûmetê. Herwiha pêwist e qanûn û rênîşanderên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî werin raçavkirin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)