11:48 27 Nîsan 2018
    Tesîsên Atomî yên Fukuşiyamayê

    DAIŞ bi topên kîmyewî êrişî Pêşmerge dike

    © AP Photo / Shizuo Kambayashi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di navbera vê meha borî de rêxistina terorîst ya DAIŞê nêzî 50 topên kîmyewî avêtine hêzên Pêşmerge.

    Şengal — Li Şengalê, di nava mehekê de DAIŞê du caran topên kîmyayî avêtine çeperên Pêşmerge, ji ber wê jî bi dehan pêşmerge rastî bêhntengiyê bûne.

    Rêxistina terorîst ya DAIŞê rojên 11 û 25ê Sibata îsal, bi çek û topên kîmyewî êrişî çeperên Pêşmerge yên li eniya Domîz a Şingalê kirin. Di encama wan êrişan de, derdora 130 Pêşmerge û sivîlên wê deverê rastî bêhntengî bûne û niha li nexweşxaneyan tên dermankirin.

    DAIŞê di êrişa yekem de zêdetirî 30 topên kîmyewî avêtibûn çeperên Pêşmerge û di êrişa duyem de jî 19 topên kîmyewî li çeperên Pêşmerge dabûn.

    Pisporekî amerîkî ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî çûye devera Şengalê ragihand ku hêzên Pêşmerge hinek ji wan çekan veşartine lê ji bo ku bandora wan nemîne divê hinek madeyên kîmyewî bê bikaranîn.

    Fermandeyê Pêşmerge Husên Dirbo, ku di şer de doşkayê bikar tîne, di dema êrişa kîmyewî ya DAIŞê de li wir bûye û ketiye bin bandora madeyên kîmyewî, lê çeperê xwe bernedaye. Dirbo got, cara dawî dema DAIŞê topên kîmyewî avêt, eger ba nehatiba dê ziyana wê zêdetir buya.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Amerîkayê: ‘800 peşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê hatin perwerdekirin’
    Li dijî Pêşmerge sûîqest
    Amerîka, dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kir
    Amerîkayê hejmara çekên ji Pêşmerge re şandî eşkere kir
    Pisporên leşkerî yên Kanadayê, wê Pêşmerge fêrî şerê nav bajaran bikin
    Li dijî Hêzên Pêşmerge êrişa bombeyî: 7 kuştî û 2 birîndar
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Husên Dirbo, Şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de