09:10 22 Îlon 2017
Zindî
    Mizgeft

    Kurdistanî guh nadin qeyrana aborî: Ji bo avakirina mizgeftan 40 milyon dolar

    © Foto: WAAR Media
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3401

    Li gorî nûçeya Rûdawê li Herêma Kurdistanê di heyama 2 salên borî de 327 mizgeft hatine çêkirin û 50 mizgeftên din jî hîn xilas nebûne ku ji bo avahîsaziya wan derdora 40 milyon dolarî hatiye xerckirin.

    Hewlêr – Ev du sal in krîza darayî pêsîra Kurdistanê girtiye, piraniya projeyên hikûmetê hatine sekinandin. Rewş gihiştiye wê astê ku hikûmet nikare mûçeyên karmendan jî bide; lê çêkirina mizgeftan mîna berê didome û “xêrxwaz” li ser çêkirina mizgeftan berdewam in.

    Berpirsê Pêwendiyan ê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Ayînî Merîwan Neqşbendî eşkere kir ku di heyama 2 salên borî de 327 mizgeftên nû li Kurdistanê hatine çêkirin û hejmara mizgeftan gihiştiye 5 hezar û 337an.

    Derbarê mesrefa van mizgeftan de Neqşebendî wiha got: ‘Heke em mesrefên van mizgeftan derdora 5 milyon dolarî bihesibînin, em dikarin bibêjin ku di heyama 2 salên borî de bi giştî derdora 40 milyon dolarî ji bo çêkirina mizgeftan hatiye xerckirin.’

    Merîwan Neqşbendî diyar kir ku li hinek cihan pir pêwistî bi mizgeftan heye û li hinek cihan jî pêwistî pê tuneye; wekî Wezaret heke pêşiya çêkirina hinek mizgeftan bigirin dê hinek partî li ser siyasetê bikin; lewre bêdeng dimînin.

    Hêjayî gotinê ye ku kovara National Geographic jî bi raporteke li ser Kurdistanê daxuyandibû ku kurdan di destpêka otonomiyê de diravên baş bi dest xistine; lêbelê çavkaniyên xwe di avahîsaziya badilhewa de xerc kirine û piştî êrişên DAIŞê ew “dema zêrîn a Kurdistanê’ di bin xetereyê de ye, xaniyên wan bê xwedî û şênî mane.

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK û KCK hişyar kir
    Rûsyayê ji bo agirbestê li Sûriyayê navendek avakir
    Li Amedsporê cezayeke nû hate birîn
    Erdogan dixwaze bi polîtîkaya Sûriyayê Osmaniyeke nû ava bike
    Di benzînê de duh erzanî û îro zem
    Etîketan:
    xaniyên bê xwedî û şênî, dema zêrîn a Kurdistanê, avahîsaziya badilhewa, çêkirina mizgeftan, mûçeyên karmendan, krîza darayî, Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Ayînî ya Herêma Kurdistanê, National Geographic, Merîwan Neqşbendî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de